ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêxistina sêwan a Êzidiyan a Rojava bû Mala Êzidiyan
Di kongreya 4’emîn a Mala Êzidî ya li Herêma Cizîrê de, Mala Êzidî bû weke rêxistina sêwan a hemû Êzidiyên Rojava hate erêkirin. -
DAÎŞ'ê li Hecînê derba giran xwar: 27 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya 'Şerê Tunekirina Terorê' eşkere kir. Li gorî daxuyaniya QSD'ê, li eniya Hecînê 27 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin. -
Li Hecînê di navbera QSD û DAÎŞ'ê de şerekî giran heye
Li eniya Hecînê ji doh ve di navbera hêzên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime. -
'Dûrzî li dijî leşkeriya ji neçarî ya li Sûriyeyê ne'
Li gorî nûçeyeke rojnameya L'Orîent-Le Joûr a li Lubnanê bi Fransî tê weşandin, Dûrziyên ku bi giranî li wîlayeta Sûveydayê ne, qebûl nakin ku ji rejîma Esad re ji nû ve bibin leşker. -
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî Minbicê kirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşî nuqteyên gundê Ereb Hesen kirin. -
Êrîşa DAÎŞ’ê hate şikandin, bi kêmanî 17 çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê, êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser nuqteyên bakurê Hecînê şikand. Di şerê li herêmê de bi kêmanî 17 çeteyên DAÎŞ’î hatin kuştin. -
YPG’ê li ser daxuyaniya Midûrê Şûnwaran ê rejîmê daxuyaniyek da
YPG’ê daxuyaniya Midûrê Şûnwaran ê rejîma Sûriyeyê Dr. Mehmûd Hemûd derewand û got: “ Di bin hermû şert û mercan de hêzên me ji bo parastina şûnwaran bi baldarî tevdigeriyan, ev şûnwar nasnameya me ye ku em parastina wê dikine ye.” -
Di navbera QSD û çeteyên DAÎŞ’ê de şer çêbû
Çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Hecînê ji ber mijê êrîşî baregehên QSD’ê kirin. -
Cenazeyê endamê Hêzên Navxweyî Mihemed hate veşartin
Welatiyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Şaban Yûsif Mihemed bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Minbicê veşartin. -
YPG'ê li nuqteya 'polîsê leşkerî' ya li Efrînê da: 3 çete mirin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li navenda Efrînê li dijî nuqteyeke çeteyan çalakiyek pêk hatiye û di encamê de 3 çete hatine kuştin. -
Li Minbicê mayin teqiya
Li taxa El Keçlî ya Minbicê mayin teqiya. Teqîn danê vê sibehê pêk hat. Li ser encamên teqînê agahî bi dest neket. -
Li navenda Efrînê teqînek pêk hat
Li navenda Efrînê, li ber avahiya 'polîsên leşkerî' yên çeteyên dewleta Tirk lê bûn, motorsîkleteke bombebarkirî teqiya. Ji ber teqînê 5 kes birîndar bûn. -
TEV-DEM: Dewleta Tirk emrê terorê dirêj dike
TEV-DEM'ê ragihand, dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Bakurê Sûriyeyê dixwaze emrê terorê dirêj bike." -
Bîlançoya şerê artêş û çeteyên Tirk ê li Efrînê
Bîlançoya şerê navbera artêşa Tirk û komên wê yên çete ku li Efrînê qewimî, eşkere dibe. -
YPG: Hevrêyê me Elî Xebat şehîd bû
Şervanê YPG'ê Elî Xebat, di encama qezayekê de şehîd bû. -
Çeteyên Tirk êrîş birin ser hêzên rejîmê yên li Helebê
Komên çete yên ku dewleta Tirk li Astana û Soçiyê bû garantorê wan, doh êvarê êrîş birin ser hêzên rejîmê yên li taxên rojavayê Helebê. Tê gotin ku li herêmê şerekî giran diqewime. -
Li Efrînê şerê çeteyan dewam dike
Operasyona hêzên dewleta Tirk a li dijî koma bi navê Ehrar Şerqiye dewam dike. Di şer de herî kêm 11 kes mirin. -
Li Efrînê artêşa Tirk û çete ji ber talanê şer dikin
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê li dijî hin koman dest bi tasfiyekirinê kirine. Hate hînbûn ku ji ber zeytûnan di navbera wan de şer çêdibe. -
Li ser Efrînê balafirên şer ên Tirk digerin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi giranî li ser asîmanên Efrînê digerin. -
Partiyên Kurdan: Em biryara DYA’yê qebûl nakin
Partiyên Kurdan ên li Rojava li Kobanê di panele de li hev kom bûn, nerazîbûn nîşanî biryara DYA’yê ya li dijî sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê dan û diyarkirin ku biryar ji aliyê Kurdan ve nayê qebûlkirin. -
Dewleta Tirk dest bi tasfiyekirina çeteyên xwe yên li Efrînê kir
Hate ragihandin, dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina hin komên xwe yên çete yên li Efrînê dest bi operasyonê kiriye û di navbera çeteyan û leşkeran de şer derketiye. -
Xweza û çavkaniyên Efrînê tên talankirin
Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ne tenê gefê li jiyan û mafên mirovan dixwe. Her wiha metirsiyeke li ser xwezayê. Zeytûn tên dizîn, tên talankirin û dar bi dozeran ji kokê ve tên rakirin. -
Artêşa Tirk êrîşî Girê Spî kir
Artêşa Tirk a dagirker gule li jîngehên welatiyên sivîl ên li Girê Spî barandin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Romî spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Romî (Şerzad Helincê) li Kobanê bi tevlîbûna welatiyên Kobanê û merasîmeke leşkerî ya şervanên YPG(YPJ’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê. -
Eşîrên Serêkaniyê: Em ê li ber xwe bidin
Rûspî û hemû eşîrên Serêkaniyê, êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin. Eşîretan peyama wê li dijî êrîşan li ber xwe bidin dan.