Pêngava Bagera Cizîrê: Êrîşa çeteyan hate şikandin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Ceyş El-Swar ên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de cih digirin, êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser nuqteyên wan şikandin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate dayîn, hate ragihandin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Ceyş El-Swar ên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de cih digirin, êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya berfireh ku li ser nuqteyên wan ên li ser sînorê Iraqê şikandine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyên DAÎŞ’ê bi konvoyeke ya ji 10 wesayîtan pêk tê ji aliyê Boxaz, Sûsê û Hecînê ve êrîş kirin, ev agahî hate parvekirin: “Li ser bersivdayîna hêzên me li herêmê şerekî dijwar rû da. Şervanên me êrîş şikandin û derbên giran li çeteyên DAÎŞ’ê dan.”