BI DÎMEN

Nilufer Koç: Divê Tirkiye vê pêvajoyê rast bixwîne, ên winda bikin ne Kurd in

Nûnera KNK’ê Nilufer Koç anî ziman ku eger Tirkiye vê pêvajoyê bi awayekî rast nexwîne, ên winda bikin wê ne Kurd bin û got: “Rojhilata Navîn tenê bi paradîgmaya Rêber Apo dikare ji şer û pevçûnan rizgar bibe.”

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk “ a Rêber Apo de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civîna gel hat lidarxistin. Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç û gelek Kurdistanî tevlî civînê bûn. 

Di civînê de Nilufer Koç axivî. Koç bal kişand bi ser pêvajoya 27’ê Sibatê û peyamên girîng da. Koç îşaret bi şerê Îsraîl û Îranê kir û got: “Paradîgmaya Rêber Apo klîda çareseriya şerê li Rojhilata Navîn e.” 

Di civînê beşdaran xwest civînên “Avakirina Civaka Demokratîk” hîn zêdetir bên lidarxistin. Di civînê de Nilufer Koç pirsên beşdaran ên “Fesixkirina PKK’ê tê çi wateyê? û di Rojhilata Navîn de rola Kurdan dê çibe?” bersivand. Koç anî ziman şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe kûr dibe û wiha got: “Gelek firsend ketin destê Kurdan. Rêya çareseriya Kurd di ‘Civaka Demokratîk’ re derbas dibe. Divê ev paradîgma ji aliyê Tirkiyeyê ve baş bê xwendin. Eger Tirkiye vê pêvajoyê baş nexweşîne û li gorî vê hesasyetê tevneger, ên winda bike ne Kurd in.” 

Nilufer Koç li ser pirsa fesixkirina PKK’ê tê çi wateyê jî ev bersiv da: “PKK gihişt armanca xwe. Timî hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya aştiyan e hebû. Weke destpêka salên 1990’an. Di roja îro de biryara PKK’ê biryarek rast e. Rûpelek nû hatiye vekirin û ev jî tê wateye têkoşîn vediguhere li ser zemîna demokratîk.”