'Em li ser paşeroja Sûriyeyê diaxivin'

Delegeyên ku tevlî komxebata li Eyn Îsa ya mûxalefeta Sûriyeyê bûn gotin, "Di civîna Astanayê de dewlet li ser berjewendiyên xwe dixivin. Em jî li ser paşeroja Sûriyeyê nîqaş dikin."

Komxebata mûxalefeta Sûriyeyê ya li bajarê Eyn Îsa bi pêşengiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) tê lidarxistin, dewam dike. Îro her wiha civîna 11'emîn a Astanayê jî pêk tê ku dewletên Rûsya, Îran û Tirk garantorên wê ne.

Delegeyên tevlî civîna li Eyn Îsayê bûn diyar kirin, paşeroja Sûriyeyê divê ne li derve, lê li nava xaka Sûriyeyê bê nîqaşkirin. Delegeyê Hûmsê Fetah Camûs ku endamê Tevgera Aştî û Guherînê ye û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Abdulkerîm Omer, li ser civînên li Eyn Îsa û Astanayê ji ANF'ê re axivîn.

Delegeyê Hûmsê Fetah Camûs, civîna Astana-11 weke "civîneke ku nêrînên ji hev cuda lê zêde bûne" bi nav kir û got, "Bi dîtina min, hevdîtina Astanayê civîneke welê ye ku nêrînên cuda yên navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê lê tên nirxandin. Ya rast, dewleta Tirk hîn jî plana wê yekê dike ku li Îdlibê bi rêya çeteyên xwe yên faşîst gavan biavêje. Ji bo xaka Sûriyeyê dagir bike, wan hîn weke qertekê bi kar tîne."

Camûs got, dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li ser xaka Sûriyeyê bi destê komên xwe yên çete dixwaze berfireh bike û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk ne tenê Îdlibê, her wiha dixwaze rojhilatê Firatê jî dagir bike. Tirkiye dixwaze bi rêya van komên çete berê xwe bide rojhilatê Firatê û dagir bike. Di navbera DYA û Tirkiyeyê de hin nakokî hene, lê ev yek wê veneguhere şerekî. Dikarim bêjim ku di vê mijarê de divê xwişk û birayên min ên Kurd hay ji xwe hebin."

Camûs anî ziman, dem hatiye ku mûxalefeta Sûriyeyê êdî li hev bicive û zextê li rejîmê bike ji bo xwe ji aliyê demokratîk ve biguherîne. Camûs got, "Di vê komxebatê de cidiyetek heye. Hemû civînên li derve tên lidarxistin, bêkêr in. Ji ber ku di ser krîza Sûriyeyê re didin pey berjewendiyên xwe. Li gorî min, ev komxebat divê derbasî qonaxeke bilindtir bibe. Li deverên din jî komxebatên mîna vê divê werin organîzekirin ku em nîşan bidin, rejîm êdî nikare welêt mîna beriya şoreşê bi rê ve bibe."

Dr. Ebdulkerîm Omer jî got, "Em li vê derê li ser paşeroja Sûriyeyê diaxivin. Li ser wê yekê nîqaş dikin bê dikarin Sûriyeyê çawa ji vê krîzê rizgar bikin. Lê belê li Astanayê jî dewletên ku destê wan di krîza Sûriyeyê de hene, li ser berjewendiyên xwe diaxivin." Dr. Omer wiha dewam kir: "Di serî de dewleta Tirk, berjewendiyên van welatan li Sûriyeyê hene. Lê belê yên li vir li hev rûniştine Sûriyeyî ne û li ser Sûriyeyê diaxivin. Bêguman em îdîa nakin ku krîza Sûriyeyê tenê bi axaftina Sûriyeyiyan wê çareser bibe. Lê belê ev dewlet bi taybetî dewleta Tirk li şûna çareserkirina krîzê, li pey kûrkirina krîzê ne. Di dawiya dawî de em ê li dora maseyekê li hev rûnên û biaxivin. Em vê dixwazin. Ev komxebat jî pêşamadekariyên vê ne, gava destpêkê ye."

Omer bi bîr xist, kesên ku îdîa dikirin ew li Sûriyeyê mûxalefet in û bi vî rengî tevlî hevdîtinên Cenevreyê dibûn, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine firotin û got, "Heta niha li Cenevreyê 9, li Astanayê jî 10 civîn hatin lidarxistin, lê encam jê derneket. Zehmet e ku bi vî rengî çareseriyek peyda bibe. Di Astanayên din de Heleb, Xota Rojhilat û Dêra hatin firotin, Efrîn jî hate dagirkirin. Niha em ê encamên vê bibînin. Ev komên ku îradeya xwe teslîmî dewleta Tirk kirine, ji vê yekê ders dernexistin."

Omer diyar kir, paşeroja Sûriyeyê bi demokrasiyê û rêveberiyeke nenavendî dibe û got, "Eger em nikaribin Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û aştiyane ava bikin, hingî em ê nikaribin li dijî terorê têbikoşin. Rast e, me ji aliyê leşkerî ve DAÎŞ qels kir, lê belê zîhniyeta wan hîn zindî ye. Bi rêveberiyeke demokratîk, aştiyane û ne navendî em dikarin vê zîhniyetê ji holê rakin."