Serçeteyê DAÎŞ’ê Ûsama Iweyîd El-Salih hate girtin

QSD’ê ragihand ku bi operasyonake ya ji aliyê yekîneyên wan ên taybet ve hate kirin, çeteyê bi navê Ûsama Iweyid El Salihî yê plansazê zêdeyê 40 êrîşên cuda, hatiye girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê, ragihand ku bi opersyonekê yekîneyên wan ên taybet serçeteyê DAÎŞ’ê yê bi navê Ûsama Iweyîd El-Salih girtiye. Navenda QSD’ê têkildarî mijarê ev agahî da:

“Ûsama Iweyîd El-Salih ê ji gundê El-Teamayê ye, demek dirêj li Dêra Zor û Reqayê bi erka ewlekariya van bajaran rabûye, yek ji serçeteyê herî metirsîdar ê DAÎŞ’ê ye. El-Salih li bajahiya Dêra Zorê plansazê zêdetirê 40 êrîşan e.

Yekîneyên Têkoşîna bi Terorê re yê girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 22’yê Mijdara 2018’an a şopandina demdirêj û çarçoveya lêpirîsênan de ev serçete li gundê Teama yê Dêra Zorê hate tesbîdkirin. Hêzên me vê sibehê saet 09:00’an bi operasyonekê ev terorîst girtiye.”