PDK'ê nehişt şandeya Başûr tevlî forûma Efrînê bibe

Şandeya Başûrê Kurdistanê ya ji bo tevlî "Forûma Guhertina Demografîk û Paqijkirina Etnîkî ya li Efrinê" bibe çû deriyê Sêmalka, ji hêla PDK'ê ve hate astengkirin. 

Şandeyek ji Başûrê Kurdistanê ji bo tevlî "Forûma Guhertina Demografîk û Paqijkirina Etnîkî ya li Efrinê" bibe, berê xwe de Rojavayê Kurdistanê. Lê belê li deriyê sînor ê Sêmalkayê ji hêla PDK'ê ve hate astengkirin. 

"Forûma Guhertina Demografîk û Paqijkirina Etnîkî ya li Efrinê" bi beşdariya gelek pispor, akademîsyen û kesayetên ji Misir, DYA, Fransa, Rûsya û gelek welatên din, îro li salona Beylesan a li navçeya Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Doh 52 kes ji bo beşdarî forûmê bibe ji deriyê sînor ê Sêmalka derbas bûbû. Lê belê PDK'ê destûr neda ku şandeya ji Başûrê Kurdistan derbas bibe û tevlî konferansê bibe. 

Şandeya ku hate astengkirin ji van kesan pêk tê: Erkdarê Şaxê Zanistê ya Sosyolojiyê yê Zanîngeha Silêmaniyê Hewjîn Mele Emîn, ji Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî, Hîşam Zêbarî û rojnamevan û parêzer Siraç Halepçe, rojnamvan Simko Sabir, rojnamevan û nivîskar Aso Abdullatîf.

PDK'Ê BI ZANEBÛN DESTÛR NEDA

Erkdarê Şaxê Zanistê ya Sosyolojiyê yê Zanîngeha Silêmaniyê Hewjîn Mele Emîn ê di nav şandeyê de got, wezîfedarên deriyê sînor gotine ji bo emir ji jor hatiye em destûr nadin ku hûn derbas bibin. 

Rojnamevan û parêzer Sirûç Halepçe ê derbasbûna wî hatî asteng jî got, 6 saetan li ber deriyê sînor hatine rawestandin. Helepçeyî nerazîbûn nîşanî vê zextê da û got, "Nexwestin ku şandeyeke xwedî zanîna bilind a zanistî ku ji rojnamevan û akademîsyenan pêk tê derbas bibe. Sedemek din a destûr nedanê jî ew e ku gelekî me ji herêma komkujî lê hatî kirin dihatin û di vê mijarê de daneheviyeke me ya mezin heye. Nexwestin ku ev danehevî bê parvekirin."