Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

YPG’ê têkildarî şehadeta şervanan ev agahî parve kir

YPG’ê nasnameya 10 şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de li Dêra Zorê û şervanekî li Holê di encam êrîşekî sekvaniyê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 10 şervanên di êrîşa 24’ê Mijdarê ya di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bager Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya li Dêra Zorê  û şervanekî li Holê di êrîşekî sekvaniyê de şehdî bûbûn, eşerek kir.

YPG'ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

"Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di bin pêşengtiya hêzên YPG/YPJ de di çarçoveya pêngavê de derbên giran li çeteyan didin û ber bi Hecînê ve pêş ve diçin. DAÎŞ a li ber tunebûnê ye, bi armanca ku qada dawî ya ku di Sûrî de kontrol dike winda neke bi her cûreyî rêbazan êrîş dibe ser şervanan. Li hember van êrîşên ku di nav de wesayîtên bombebarkirî, sûdwergirtina rewşa hewayê ya xerab û her wekî din êrîşên întîxarî jî hene.  Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk bi lehengane liberxwe didin û êrîşan vala derdixin. Di dîroka 24’ê Mijdarê de çeteyên DAÎŞ’ê ji rewşa hewayî jî sûdwergirtin û êrîşeke berfireh birin ser çeperên hêzên me yên li eniya bakûr rojavayê Hecînê da ku pêşiya pêşveçûnên hêzên me bigrin. Li dijî êrîşên çeteyan bersivdana hêzên me ve şerê dijwar di vê herêmê de qewimîn. Di şerê çend saet dom kir de êrîşên çeteyan bi temamî hat têkbirin. Di şer de derbên giran li çeteyan hat xistin û çete neçar man ku paş de birevin. Di têkbirina êrîşên çeteyan de 10 hevrêyên me bi lehengî şerkirin û gihîştine şehadetê.

Nasnameya şervanên şehîd bûne wiha ne: 

Nasnav: Çekdar Heleb

Nav û Paşnav: Ehmed Himêdan

Navê Dayikê: Nebha

Navê Bav: Cuma

Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

***

Nasnav: Egîd Amudê

Nav û Paşnav: Ebdilmihsin Eriyam

Navê Dayikê: Mekiye

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayibûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

***

Nasnav: Ela Til Temir

Nav û Paşnav: Ezîz Mihemed

Navê Dayikê: Necme

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

***

Nasnav: Qehreman Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Cuneyd Ebdulah

Navê Dayikê: Hewa

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

***

Nasnav: Remzî Zêdan

Nav û Paşnav: Mihemed Silêman

Navê Dayikê: Eyda

Navê Bav: Silêman

Cihê Jidayibûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

***

Nasnav: Cemal Reqa

Nav û Paşnav: Ehmed Îsa

Navê Dayikê: Helîma

Navê Bav: Mistefa

Cihê Jidayibûnê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

***

Nasnav: Kendal

Nav û Paşnav: Egab Taha

Navê Dayikê: Fida

Navê Bav: Ezîz

Cihê Jidayibûnê: Til Ebyad

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

***

Nasnav: Qendîl Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Mihmed Ehmed

Navê Dayikê: Zehiya

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayibûnê: Elok

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

***

Nasnav: Ronî Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Ebdul Wehab Xelîlo

Navê Dayikê: Sibhiya

Navê Bav: Ebdullah

Cihê Jidayibûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

***

Nasnav: Zinar Reqqa

Nav û Paşnav: Eymen El Mihemed

Navê Dayikê: Şimsa

Navê Bav: Ebdilrezak

Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Di dîroka 26’ê Mijdarê de komeke veşartî ya DAÎŞ’ê li bajaroka Holê ya girêdayî Hesekê, li hember hevrêyên me yên ku li ser bendê kontrolê li ser erka xwe bûn êrîşeke sekvaniyê pêk anîn. Di vê êrîşê de hevrêyê me bi nasnav Bahoz Hesekê şehîd ket.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye.

Nasnav: Bahoz Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Zahir

Navê Dayikê: Enud

Navê Bav: Xidir

Cihê Jidayibûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hol / 26’ê Mijdarê 2018

Em hevrêyên xwe yên ku li pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd ketine û tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji serî de malbatên me yên şehîd û gelê me yê hêja re dixwazin."