Şêwirmendê de Mîstûra Egeland: Em bi ser neket!

Şêwirmendê Staffan de Mîstûra Jan Egeland, beriya ku dest ji wezîfeya xwe berde cara dawî derket pêşberî çapemeniyê û got, ew li Sûriyeyê bi ser neketine.

Şêwirmendê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra Jan Egeland, piştî civîna bi Koma Piştgiriya Sûriyeyê ya Alîkariya Însanî ya Navneteweyî re, li buroya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê daxuyanî da çapemeniyê.

Egeland êrîşên dawî yên li Heleb û Îdlibê bi bîr xist û got, "Li gorî agahiyên tên, li Helebê çeka kîmyewî hatye bikaranîn. Di vê mijarê de wê lêkolîn bê kirin. Eger çeka kîmyewî hatibe bikaranîn, ev sûcê şer e. Wekî din, rewşa li Îdlibê me dixe nava fikaran. Rûsya û Tirkiyeyê piştrast kriin ku peymana ji bo Îdlibê hatiye danîn, hîn tê parastin. Ev cihê kêfxweşiyê jî be, bûyerên diqewimin rê li ber tirs û fikaran vedikin. Divê Tirkiye nakokiyên navbera komên li herêmê çareser bike û Rûsya jî dawî li êrîşên hewayî bîne."

Egeland anî ziman, çend sal in şerê li Sûriyeyê bûye parçeyekî mezin ê jiyana wî û diyar kir, pirsên li ser sedemên şerê li Sûriyeyê gihandiye vê astê hîn bê bersiv in. Egeland got, "Li Sûriyeyê bi sed hezaran kes mirin. Ji van bêhtir jî birîndar bûn. 12 milyon mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin."

Egeland da xuyakirin ku li Sûriyeyê du mîsyonên wan hebûn û got, "Yek jê gihandina alîkariya însanî, ya din jî parastina sivîlan bû."

Egeland diyar kir ku ew dikare bi rengekî vekirî bêje, di parastina sivîlan û astengkirina şîdetê de ew bi ser neketine.