Cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd hate veşartin

Welatiyên navçeya Amûdê ya Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdulmihsin El-Eryan (Egîd Amûdê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê ya Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdulmihsin El-Eryan (Egîd Amûdê) ku 24’ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji navenda tendurisityê ya Amûdê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxsitin. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Silêman Cafer axivî û got; “Mirin li kûderê be wê were, lê dema mirov ji bo parastina xaka xwe û gelê xwe şehîd dibe bîranîna wî mayînde dimîne. Dijminên mirovahiyê hewl dide vîna gelê ku bi xwîna şehîdan xwe ava kiriye têk bibe. Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em banga yekîtiyê li gelên Sûriyeyê dikin.”

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Seyîd Ferso û bavê şehîd Egîd, Ehmed El-Eryan jî axivîn.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdbûnê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Amûdê bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê veşartin.