Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

QSD’ê ji bo sivîlan li Dêra Zorê korîdorekî ya ewlehiyê vekir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bejahiya Dêra Zorê ji bo rizgarkirina sivîlan korîdoreke ya ewlehiyê vekir.

Hêzên QSD’ê yên Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê didomînin, ji bo rizgarkirina sivîlên ku çeteyên DAÎŞ’ê di şer de weke mertalên zindî bikar tîne, korîdorekî ya ewlekariyê vekir. Çavkaniyên QSD’ê yên li herêmê ragihandin ku di encama operasyonan de bi dehan sivîl hatine rizgarkirin û korîdorekî ewlekariyê vekirine.

Sivîlên ji bejahiya Dêra Zorê hatin rizgarkirin, bang li şervanên QSD’ê kirin kuu herêmên wan rizgar bikin.