‘Mafê hêviyê ji bo dewletê gavekî girîng e’

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal ku tevlî panela “Di Avakirina Civaka Demokratîk û Aştiyê de Mafê Hêviyê” bû, diyar kir ku bi komîsyona ku li Meclîsê were avakirin re rê li ber gavên pêwîst were vekirin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê bi sernavê “Di avakirina aştî û civaka demokratîk de mafê hêviyê” li Rihayê panelek li dar xist. Panel, li eywana konferansê ya baroyê hat lidarxistin. Moderatoriya panelê Ahmet Taş ê OHD’î kir. Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç û Veysel Avci ku piştî 30 salan ji girtîgehê hatibû berdan, weke axêver tevlî panelê bûn. Gelek kesan panel şopandin. 

Newroz Uysal Aslan bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û bi bîr xist ku Rêber Apo di nameya xwe ya ji bo Akademiya Jineolojiyê de ji bo jinan rêgeza hêviyê esas girtiye. Newroz Uysal Aslan, wiha got: “Hêvîkirin, divê tiştekî ji rêzê nebe. Divê ev hêvî li nava civakê belav bibe û her bijî. Hevdîtinên 6-7 mehên dawî ji nêz ve tên şopandin ji ber ku gelê Kurd dizane ku hemû bûyerên cîhanê dê li bandorê li wan jî bike. Gelo birêz Ocalan çi difikire? Em vê mijarê di perspektîfa ji kongreyê şandibû de dibîin. Birêz Ocalan dibêje ku dixwaze derbasî zemîna hiqûq û diyalogê bibin. Her wiha xwest ku bêyî navbeynkaran, fikrên xwe bi gel re vebêje. Vaye karektera pêvajoyê ev e. Birêz Ocalan dixwaze em li dîrokê û encama me bi dest xistî binêrin.” 

DIVÊ LI MECLISÊ KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN 

Newroz Uysal Aslan bi domdarî anî ziman ku ji bo pêvajo hem ji hêla qanûnî hem jî ji hêla dîplomatîk ve pêş bikeve, divê li Meclisê komîsyon were avakirin û wiha pê de çû: “Lê dewletê di vê mijarê de hêj tu gavên şênber neavêtiye. Birêz Ocalan ev pêvajo weke ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ pênase kir. Pêşiya dîplomasiya mezin, gavên mezin jî vedike. Bi avakirina komîsyona li Meclisê re dê gelek tişt biguherin û pêşiya gavên pêwîst bê vekirin. Gelo em civakeke çawa dixwazin? Em ê civakê çawa ji nû ve ava bikin? Ev pirs pir girîng in. Ji ber ku rastiya civakeke ku rastî kedxwariyê hatî û bûye hedef heye. Birêz Ocalan gotibû ku dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin.” 

HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ Û BANDORA WÊ

Yuksel Genç jî destnîşan kir ku ji roja pêvajo dest pê kirî heta niha li qadê lêkolînan dikin û ev tişt anî ziman: “Bi qasî ku em dibînin, kolan encamên pêvajoyê nabîne. Pêwîst e ku mirov li ser pêvajoyên ji sala 1993’yan heta niha bi pêşengtiya birêz Ocalan hatine destpêkirin, bisekine. Welatî wisa dibînin ku pêvajo yek alî ye. Agirbesta 93’yê nîşan da ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rewa ye. Li Enqereyê zemîneke rewa hate afirandin, partiyên siyasî hatin avakirin. Heman pêvajo di sala 99’an de hate jiyîn. Birêz Ocalan israra xwe ya di aştiyê de her tim anî ziman. Ji bo komara demokratîk gav avêt. Heke em pêvajoya 99’an fêm bikin, em ê vê pêvajoyê baştir fêm bikin. Birêz Ocalan wê demê rîskeke mezin li xwe girt. Di pêvajoya 99’an de me ji rayedarên dewletê yên em pêşwazî kirin re wiha got; ‘Komara demokratîk, di meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd de noqteya dawî ye.’ Dewletê wê demê tu gavek neavêt û ew pêvajo baş nexwend. Di wê pêvajoyê de mutebeqetek çêbû lê dewletê bicih ne anî. Pêvajoyên aştiyê nîşan dan ku em hêzeke aştiyê yê herêmî ne û rewa ne. Piştî têkçûna pêvajoya 2009-2010’an a Osloyê, pêvajo zêdetir ber şer ve çû. Şerê li herêmê gur bû. Stratejiya navxweyî ya AKP’ê ya pêvajoya 2013-2015’an jî, çavsoriya wê ya mezinbûna li der ve jî vala çû. Ev pêvajoya ku weke Mutebeqeta Dolmabahçeyê hate binavkirin, bi banga Erdogan hate bidawîkirin. Piştre jî pêvajoya 2015-2016’an hate jiyîn ku ji bo gelan pêvajoyeke giran bû. Di vê pêvajoyê de Kurdan li Rojava bi berxwedanê xwe nîşanî hemû cîhanê dan. Heke em bixwazin vê pêvajoyê qezenc bikin, divê em xwe birêxistin bikin. Weke gel divê em li derveyî pêvajoyê nesekinin û berpirsyartiyê li xwe bigirin.” 

 'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ RUHEK E’

Veysel Avci jî pênaseya fîlozof Friedrich Nietzsche ya têkildarî hêviyê bi bîr xist û got: “Friedrich Nietzsche, dibêje ku du hevî hene ku yek çalak û yek jî neçalak e. Hêviya neçalak ew e ku mirov tu tiştekî neke. Hêviya çalak jî domandina têkoşînê ye. Birêz Ocalan êdî bûye kesekî gelan. Hêviya birêz Ocalan bi hêviyê nîne. Lê her kes hêviya xwe girêdayî wî dike. Heta dewletê jî hêviya xwe girêdayî wî kiriye. Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan hêvî ye. Birêz Ocalan ji gel bawer e lewma biryara fesixkirinê da. Mesele ne berdana çekan e. Divê mirov pêvajoyê rast pênase bike. Heke gel mekanîzmaya xwe ava bike, tu hêz nikarin xwe li pêşiya wan bigire. Konfederalîzma Demokratîk jî ev e. Qadeke ku gel xwedî gotin û xwe birêxistin dike. Dewlet ji hêla hiqûqî ve mecbûr e gavan biavêje. Pêvajoya tê jiyîn ne pêvajoyeke kevneşop e. Divê mirov nebêje ‘îmze hatin avêtin û pêvajo qediya.’ Berpirsyartî li ser milê her kesî ye. Divê mirov vê bi vî rengî bibîne. Gelo em ê pêvajoyên bi vî rengî çawa birêve bibin? Bi xwebirêxistinkirinê. Rewşên tiştên me xeyal jî nedikir çêbûn. Têkoşîna azadiyê, ruheke ku dê her bijî. Hêviya me ji bo gelan e, mafê hêviyê bi qasî ku mafekî hiqûqî ye, ewqas jî mafekî siyasî û civakî ye. Mafê hêviyê, bi qasî ji bo me, ji bo dewletê jî gavekî ewqas girîng e.” 

Panel, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.