De Mîstûra bi nûnerên saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyê re rûnişt

Staffan de Mîstûra bi nûnerên saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyî re hevdîtin kir. Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de bang hate kirin ku saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyî jî cihê xwe di nava Komîsyona Destûra Bingehîn a bi çavdêriya NY'ê bigirin.

Bi navê buroya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra daxuyaniyeke nivîskî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, de Mîstûra bi 30 nûnerên saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyî re li Ofîsa NY'ê ya li Cenevreyê ji bo 2 rojan hevdîtin kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin, bi nûner û endamên saziyên sivîl ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine, li ser çareseriya siyasî ya Sûriyeyê hatiye axivîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, nûnerên saziyên civaka sivîl bang kirin ku komîsyona destûra bingehîn a ku NY plana wê dike tavilê bê avakirin û saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyî jî cihê xwe di nav de bigirin.