Riyad Derar: Armanca Tirkiyê ew e ku beşek xak ji Sûriyê bike

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar diyar kir Rûsya, Îran  dewleta Tirk berbi  şerekî ya bi navenda Sûriyê ve tehf didin û got hedefa sereke ya dewleta Tirk jî parçekirina Sûriyê ye û beşek xakê ji Sûriyê veqetîne.

Hevserokê Meclîa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar got Rûsya û Tirkiye û Tirkiyê ber bi şerekî navendî yê Sûriyê ve tehf didin.

Derar got ew ji tifaqa Rûsya, Îran û Tirkiyê ya tifaqa şerqê dibêje û ev tifaq niha li dijî DYA'yê ye û diyar kir Rûsya û Îran berê Tirkiyê didin Bakurê Sûriyê. Derar got, ''Gelek derdor dibêjin Rûsya, Îran û Tirkiye bi hev re Sûriyê parçe dikin. Ez ji van tifaqa şerqê dibêjim. Ev tifaq bi civîna Rûsya, Îran û Tirkiyê re ya li Tehranê dest pê kir. Rûsya û Îran dixwaze Tirkiyê di êrîşên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar bîne.

Derar got Rûsya û Îran dixwazin DYA'yê ji herêmê derxînin û got, ''Lê ne me DYA aniye vir, jixwe li Sûriyê krîzek hebû û ji bo vê jî ew jî li vir in. Hebûna DYA'yê ya li Sûriyê weke hebûna hêzên din ên biyanî yên li Sûriyê ye. Çûn û mana hemûyan bi biryara gelê Sûriyê dibe.Derketina DYA'yê ya jî hêzeke dî ya ji Sûriyê bi çareseriya krîzê û bi biryara gelên Sûriyê dibe.''

''ARMANCA SEREKE YA TIRKIYÊ SÛRIYÊ PARÇE BIKE'

Derar diyar kir dewleta  Tirk li Sûriyê hêzeke biyanî ye û armana Tİrkiyê ew e ku beşek xak ji Sûriyê qut bike. Derar got Rûsya jî dixwaze  Tirkiyê li dijî DYA'yê bi kar bîne  û ji bo vê rê li ber vekiriye û domand, ''Armanca gefên Tirkiyê ne  ev e, behsa hêzên biyanî dike lê ew jî biyanî ye. Armanca sereke ya Tirkiyê ew e ku Sûriyê parçe bike û li ser beşekî jê serweriya xwe deyne. Mixabin Rûsyayê jî rê ji Tirkiyê re vekiriye û li dijî DYA'yê wê bi kar tîne. Efrîn bi peymaneke wiha hate dagirkirin. Ev jî nîşan dide ku hemû sînorên Sûriyê ji bo Rûsyayê ne girîng e, ya girîng sazkarbûna planê ye. Ji ber ku rejîma Sûriyê jî vîna xwe dewrî wan kiriye ji dewleta Tirk re nabeje, tu çima  pê li sînorên min dikî.''

'EM Ê PÊŞNIYARÊN XWE YÊN DESTÛRA NÛ BIDIN'

Derar li ser mijara destûrê ku Rûsya haziriya wê dike, got, ''Ji bo me destûra nû rojeveke girîng e. Destûreke ku ji hêla gelên Sûriyê ve hatî hazirkirin, a ne navendî, demokratîk û xwe naspêrê ser yek bawerî, yek netew û mafên hemû cihêtiyên li Sûriyê mîsoger dike, wê kêm jî be çareseriyek ji bo krîza Sûriyê bîne. Li gel vê divê hilbijartin bibe, desthilat ji hêla gel ve were hilbijartin û divê rêveberiyek ku tehekkûmê nake li ser zemîna yasayî were rûniştandin. Em ê van mîna proje hazir bikin û bidin ber komîteya amadekar a destûre.''

'REJÎM DIBÊJE WERIN SER XETA MIN'

Derar li ser qutbûna hevdîtinên bi rejîmê re jî got, ew bê şert ji bo çareseriya li Sûriyê hazir in ku bi her kesî re hev bibînin lê rejîma teslîmiyetê ferz dike. Derar got, ''Em li cografyayeke wiha ne ku rejîmê ew der berda û bi temamî ji hêla hêze me ve hate azadkirin. Lê dîsa jî em dibêjin em parçeyek ji Sûriyê ne. Em yekbûna xaka Sûriyê diparêzin. Em bê şert hazir in ku bi aliyên Sûriyê re biaxivin. Em dibêjin wiha em bi yek destî xizmetê ji bo gelê xwe bikin. Lê di hevdîtinê me de dibêje werin ser xeta min. Em vê qebûl nakin. Em alîgirê diyalog û danûstandina ne lê rejîm teslîmbûnê li me ferz dike. Ne pêkan e ku em vê qebûl bikin.''