Êrîşa çeteyan a li Hecînê hate şikandin
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bire ser qadên ku şervanên QSD'ê lê dimînin. Di şer de 23 çete hatin kuştin, êrîş hatin şikandin.
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bire ser qadên ku şervanên QSD'ê lê dimînin. Di şer de 23 çete hatin kuştin, êrîş hatin şikandin.
QSD`ê duh li eniya El-Sûsê ya herêma Hecînê gelek sivîl ji nava pencên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Çeteyên DAIŞ`ê ji bo rizgarkirina sivîlan asteng bike, şeva din êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê li eniya Hecînê kirin. Di encama bersivdayîna şervanan de, êrîşa çeteyan şikest û 23 êrîşkar hatin kuştin.
Her wiha şervanan du erebeyên doçka li ser teqandin û bargehên çeteyan rûxandin.