Li Swîsre meclîsa zarokan hat avakirin

Zarokên Kurd ên li Swîsre dijîn bi civînekê meclîsa xwe ragihandin.

Zarokên Kurd ên li Swîsre dijîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi civînekê avakirina meclîsa xwe ragihandin. Gelek zarok tevlî civînê bûn.  

Di civînê zarokan biryara avakirina meclîsê da û wê xebatên xwe di bin sêwana meclîsê de bimeşînin.  

Di civînê de amadekariyên Mihrîcana Zarokan a Winterthurê jî hate nîqaşkirin ku îsal wê cara sêyemîn were lidarxistin. Zarokên ku beriya mihrîcanê bi coş li hev civiyan, tevahiya rojê stran gotin û demên bi coş derbas kirin. 

Ji bo hevserokatiya meclîsa nû 8 namzet hatin pêşniyarkirin. Di encama hilbijartinê de ji Schaffhausenê Rêzan Cuma û ji Winterthurê Raperîn Zîlan ji bo hevserokatiya Meclîsa Zarokan a Swîsreyê hatin hilbijartin. Hevseorkên nû ragihandin ku ew ê ji bo zarokan zedetir bernameyan li dar bixin û ji bo berfirehkirina meclîsê di hemû kantonan de xebatê bimeşînin. 

3’EMÎN MIHRÎCANA ZAROKAN A WINTERTHURÊ DI 13’Ê TÎRMEHÊ DE WERE LIDARXISTIN 

3’emîn Mihrîcana Zarokan a Winterthurê ku bi hewldana xwendekarên qursa zimanê Kurdî hate destpêkirin û wê îsal ji aliyê Meclîsa Zarokan a Swîsreyê ve were organîzekirin, di 13’ê Tîrmehê de wê li bajarê Winterthurê were lidarxistin. 

Di mihrîcanê de hunermend Şerîfê Omerî, Elenora Gelawêj, Koma Jalaho, Awaza Mîtra, Koma Dengê Azadî ya Zarokan, koma şanoyê ya zarokan ku li Schaffhausen xebatê dimeşîne û koma folklorê derkevin ser dîkê. Di heman demê de ji bo zarokan gelek bernameyên bi coş û hîndekar di bernameya mihrîcanê de cih bigire.