Roja yekem a Komxebata Diyaloga Sûriye bi dawî bû

Roja yekem a Komxebata Diyaloga Sûriye ya bi pêşengtiya MSD’ê de pêk hat, bi dawî bû. Rûniştina sêyem bi nirxandina mijara bi sernavê ‘Mijara Aboriya Sûriye û projeyên herî baş ên ji bo siberoja Sûriyeyê’ bi dawî bû.

Roja yekem a Komxebata Diyaloga Sûriye ya bi pêşengtiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî pêk hat, bi rûnişina sêyemîn a bi nirxandina ‘Mijara Aboriya Sûriye û projeyên herî baş ên ji bo siberoja Sûriyeyê’ bi bi dawî bû.

Di vê rûniştinê de endamê Heyet El-Tensîq Xelef Dawûd, Endamê Konseya Siyasî ya MSD’ê Himet Hebîb, Ferhad Hemo, siyasetmedarê muxalîf Mihemed Hisên û aktivîst Deham El-Metîn li ser mijarê gotûbêj kirin.

Di axaftinan de bal hate kişandin ku sîstema aboriyê ya xwe dispêre talankirina keda karkeran, di aboriyê de dibe sedamê krîzên kûr. Hate gotin ku di sîstema heyî de heqê keda karkeran nayê dayîn û ji bo destkeftiyeke hê mezintir neçarî kolekirinê tên kirin.

Qisekeran anî ziman ku malbata Beşer El-Esa ji derveyî polîtîkayên aboriyê tiştek din nekirin, bal kişand ku li dijî zêdebûna nifûsa li Sûriyeyê kir navenda mêtînegeriyê ya dewletan.

Roja yekem a komxebatê piştî nirxandinan bi dawî bû.