Li Dêra Zorê piştgiriya li pişt eniya şer

Ji bo operasyona rizgarkirina bajarokê Hecînê ji dagirkeriya DAÎŞ'ê, mirovên ji her pîşeyî yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji bo bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê ji dagirkeriya çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bikin, roja 10'ê Îlonê dest bi operasyonê kiribûn û hîn jî operasyon dewam dike.

Şervanên QSD'ê li gel şert û mercên nebaş ên hewayê jî, ji bo vî bajarokê li bakur rojhilatê Firatê ji çeteyan paqij bikin, operasyonên xwe didomînin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji roja destpêkê ve bi her awayî piştgiriyê didin şervanan.

Welatiyên ji her pîşeyî yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li pişt eniya şer piştgiriyeke xurt didin şervanan û operasyonên paqijkirina xaka wan xurt dikin.

Kesên ku li pîşesaziya wesayitan a li pişt eniya şer dixebitin, wesayitên şervanên QSD'ê tamîr dikin. Hostayê motorê Mihemed Hemo ku demeke dirêj e di pêngavan de cih digire, dibêje ku ew bi rêya pîşeyê xwe tevkariyê li şoreşê dike.

Hemo diyar kir ku beriya niha jî ew tevlî gelek pêngavên QSD'ê bûye û got, "Wesayitên di pêngavan de tên bikaranîn zû xera dibin. Zehmet û barekî giran e ku mirov her wesayita xerabûyî bişîne navenda bajêr û li wir tamîr bike. Lewma me li vê derê, li pişt eniya şer tamîrxane çêkir û wesayitên xwe li vir tamîr dikin."

Hemo anî ziman, gelek caran ji bo tamîrkirina wesayitan ew çûne eniyên pêş û wiha dewam kir: "Ev şer e. Em bi vî rengî cihê xwe di nav de digirin. Şervan bi çeka xwe, mamoste bi pênûsa xwe, em jî bi pîşeyê xwe tevlî vî şerî dibin."

Hemo diyar kir, dema ku şer ne zêde giran be, 10-15 rojan carekê ew diçe serdana malbata xwe ya li bajarê Rimêlanê yê li Kantona Cizîrê û ragihand, di dema şerê giran de ew timî li tamîrxaneyê amade ye.

Ciwanê bi navê Nêçirvan Hesen jî anî ziman ku 7 sal in ew li tamîrxaneyê hosta ye û saleke jî li pişt eniya şer a QSD'ê li tamîrxaneyan dixebite.

Nêçirvan Hesen got, "Di heman demê de wezîfeya xwe ya leşkeriyê dikim. Em li vir hem leşkeriya xwe dikin, hem jî tevî şervananên xwe cihê xwe di nava pêngavê de digirin. Di nava pêngavan de wesayit gelekî girîng in, barê herî giran ê wan e. Lewma zû xera dibin."

Hesen da zanîn ku piştî bidawîbûna leşkeriyê ew dixwaze bi QSD'ê re bixebite û kêfxweş e ji ber ku para wî jî di şoreş û azadiya welatê wî de çêdibe.