Cenazeyê 10 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hatin veşartin

Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê 10 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê li goristana şehîdan a Serêkaniyê veşartin.

Şervanên YPG’ê Mihemed Selim (Mêmetî), Ehmed Hemdan (Çekdar), Ehmed Îsa (Cemal Reqa), Momar Wûsif (Xetab), Ebid Taha (Kendal), Cuneyd Ebdulah, Ebdil Wehab (Ronî Serêkaniyê), Eymen El Mihemed (Zinar Reqqa), Simaîl Mistafa (Seqir) û Ehmed Himêdan (Çekdar Heleb) ku di êrîşa 24’ê Mijdarê de şehîd bûbûn,  bi merasîmekî bi heybet  li goristan şehîdan a Serêkaniyê hatin veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên ŞehÎdan Merwan Xelo axivî û got; “Em soz dikin ku em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û armancên wan pêk bînin. Şehîdan bi canê xwe pira azadiyê ava kirin û jiyanek azad ji bo gelê xwe afirandin.”

Ji fermandarên YPG’ê Îsmaîl Memo axivî û wiha got: "Di demeke nêz de em ê herêmên Dêra Zorê mîna herêmên din ku me rizgar kirine, ji destê terorê derxin, hemû destkeftî bi saya qehremanan in. Em soz dikin ku em ê xeyal û armancên şehîdan pêk bînin.”

Piştre malbatên şehîdan axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan. Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê her deh şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.