Sûltan: Ji bo HTŞ bi pêş ve biçe her kes bêdeng e

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Ahmet Sûltan got ku “Ew ê Heyet Tahrîr Şam, Îdlîbê têxe bin kontrola xwe û ji ber vê jî ji pêşveçûna HTŞ’ê her kes bêdeng e. Ji ber ku li ser Îdlîbê planeke Tirkiye û Rûsyayê heye.”

Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) a ku di lîsteya rêxistinên terorê ya navneteweyî de ye, li dijî Koma Nûreddîn Zenkî şer dabû destpêkirin ya ku di koalîsyona çeteyan de û Tirkiye piştgiriya wê dike. Îro ji 75 ji sedê Îdlîbê di destê HTŞ’ê de ye.

Ahmet Sûltan ê ku Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar e ya ku gelek şervanên wê ji Îdlîbê ye, li Dêrazorê em wî dibînin û li ser Îdlîbê em pê re diaxivin.

Ahmet Sûltan diyar kir ku Rûsya û Tirkiye hewl didin li derdora Îdlîbê kaos zêde bibe û got ku, “Tirkiye ew ê hemû hêzên xwe yên mûxalif bikişîne aliyên Efrîn, Ezaz û Cerablûsê. Li gorî agahiyên ku me stendine, tevî van koman ew ê ji bo Minbîc û Rojhilatê Firatê operasyonekê bidin destpêkirin.”

‘PLANA HEVPAR A TIRKIYE Û RÛSYAYÊ’

Sûltan diyar kir ku ew ê şerê li Îdlîbê û pêşveçûna HTŞ’ê bidome û bal kişand ser vî tiştî ku ew ê HTŞ hemû Îdlîbê têxe destê xwe. Sûltan got ku, “Bi têkçûn û teslîmbûna komên wekî Nûreddîn Zenkî, Sîqur Şam û Ahrar ûş Şam re ew ê hemû Îdlîb têkeve bin kontrola Heyet Tahrîr Şam. HTŞ’ê qadên di destê Nûreddîn Zenkî stend. HTŞ ji sala 2011’an û vir ve cara pêşîn Etarîb bi dest xist. Berê tu cihekî HTŞ’ê jî li Etarîbê tunebû. Herêmên Cebel Şehşîbo û Sehîl El Xab ji Ahrar ûş Şamê stend. Gelê Maarat Nûman ligel ku HTŞ’ê naxwaze, lê HTŞ’ê dora wê derê jî girtiye. Ji bo pêşveçûna HTŞ’ê her kes bêdeng e û çavê xwe ji pêşveçûna HTŞ’ê re digirin. Ji ber ku li ser Îdlîbê planeke Rûsya û Tirkiyeyê heye. Ji bo ku Rûsya û rejîm karibe li dijî Îdlîbê operasyonê bike ya ku gelek sivîl lê dijîn, divê qadên ku hêzên girêdayî Tirkiyeyê li wir in, divê ew qas têkevin bin kontrola HTŞ’ê.”

‘HTŞ’Ê TIRKIYE XIST ÎDLÎBÊ’

Sûltan diyar kir ku HTŞ’ê Tirkiye xistiye Îdlîbê û got ku, “Li derdora Îdlîb û Helebê 12 cihên çavdêriyê yên Tirkiyeyê hene. 8 ji van cihan di bin parastina HTŞ’ê de bû yên din jî di bin kontrola hêzên din ên bi navê Eniya Rizgariya Neteweyî de bû. Ev cihên çavdêriyê bi kontrola Heyet Tahrîr Şamê hatibûn avakirin. Mirov dikare bibêje ku HTŞ rê li ber vî tiştî vekir ku Tirkiye têkeve Îdlîbê. Hêzên dewleta Tirk jî ji bo parastina rejîmê ketin Îdlîbê.”

‘HEWL DIDIN KRÎZA LI ÎDLÎBÊ ZÊDETIR BIKIN’

Sûltan diyar kir ku HTŞ a niha nikare êrîşî Efrîn, Şehba an jî herêmeke din bike û got ku, “Lê planeke din heye. Rûsya û Tirkiye ji bo zêdekirina krîza li Îdlîbê planeke wan heye. Tirkiye ew ê hemû hêzên xwe yên mûxalif bikişîne aliyên Efrîn, Ezaz û Cerablûsê. Li gorî agahiyên ku me stendine, tevî van koman ew ê ji bo Minbîc û Rojhilatê Firatê operasyonekê bidin destpêkirin. Tûgaya Sûltan Mûrat, Tûgaya Hamza û komên wekî Sûltan Suleyman Şax qaşo li ser sînorê Efrînê li dijî HTŞ’ê şer kirine lê ev tişt formalîte bû. Tirkiye dixwaze ku bibêje ‘Ez ne di nav van bûyeran de me.’”

‘DIBE KU TIŞTÊN SURPRÎZ PÊK WERIN’

Sûltan bal kişand ser hevdîtina bi telefonê ya di navbera Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû û got ku, “Dibe ku di rojên pêş de li qadê surprîzên nû pêk werin. Ev jî heye ku tu kes hay ji naveroka peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê tune. Komên girêdayî Tirkiyeyê û fermandarên van koman jî hay ji naveroka rastîn a van peymanan tune. Ji ber ku tişta li qadê pêk tê û ya hatiye eşkerekirin ji hev gelekî cihê ne. Lê li gorî min ew ê 12 cihên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ew ê li sînorên Efrîn û Îdlîbê were belavkirin.”

‘EM Ê PLANA QIRÊJ A DEWLETA TIRK QEBÛL NEKIN’

Sûltan diyar kir ku Pêngava Bagera Cizîrê ya ku li Dêrazorê li dijî DAÎŞ’ê hatibû destpêkirin hê jî didome û di destê DAÎŞ’ê de cihekî biçûk maye.

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Suwar Ahmet got ku, “Tirkiyeyê ji bo axa Sûriyeyê bi gelek hêzan re bazarî û peyman kir û hewl da şoreşa Sûriyeyê berevajî bike. Komên ku ji bo azadî û demokrasiyê li Sûriyeyê ava bûbûn bi destê DAÎŞ û Cephet El Nûsrayê ew tasfiye kirin. Tirkiye îro jî ji bo qedandina DAÎŞ’ê divê em ê bikevin Sûriyeyê. Tevî QSD’ê me DAÎŞ têk bir. Em tu planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê qebûl nakin. Tirkiye ew ê bi plana xwe ya niha êşeke mezintir bide gelê Îdlîbê.”