Cenazeyê şervanê YPG’ê Çiya Kurd hate veşartin

Welatiyên Efrînê cenazeyê şervanê YPG'ê Serbest Omer (Çiya Kurd) bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Serdemê ya navçeya Ehrezê veşartin.

Bi sedan ji welatiyên Efrînê û Şehba yê cenazeyê şervanê YPG'ê Serbest Omer (Çiya Kurd) ê ku di encama nexweşiyê de li nexweşxaneyê Helebê de şehîd bûbû, ji avahiya nexweşxaneya Avrîn ya navçeya Fafînê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Serdemê ya navçeya Ehrezê ve ketin rê.

Li Goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin, piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Ednan Şêx Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got:"Em ê bi berxwedaniya gelê xwe hêza dagirker bişkînin"

Her wiha bi navê herêma Şehbayê Zekiya Ebd El-Minem sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha domand:"Dewleta Tirk dixwaze gelê Bakur û Rojhilata Sûriyê tune bike, lê em ê bi îradaya xwe bi ser bikevin."

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd Çiya kurd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê Çiya Kurd bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.