Cenazeyê şervanê YPG’ê Bahoz hate veşartin

Welatiyên Dirbesiyê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Ciwan Ezedîn (Bahoz) bi merasîmekê li Goristana Şehîd  Rûstem Cûdî veşartin.

Bi sedan welatiyên Dirbesiyê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Ciwan Ezedîn (Bahoz) ku di encama qezayekê de şehîd bûbû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre fermandarê YPG’ê Cesûr Amûdê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Ev destkeftî bi keda van şehîdan bi dest ve hatine. Niha Tirkiye gefên êrîşan li ser herêmê dixwe. Lê vîn û berxwedana gel têrê dike ku li hemberî êrîşan bibin mertal. Em soz didin ku li ser şopa şehîdan bimeşin.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Bahoz bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.