Malbata Şehîdên Kobanê: Jixwe mirin yek e, lê bila birûmet be!

Berxwedana Kobanê û tevahî şerê ku li Sûriyeyê diqewime gelek nirxên nû jî bi xwe re afrandin, ye ji van nirxan jî nêzîkatiya malbatên şehîdan ên li şehîdan e.

Li Kobanê avahiya malbata şehîdan li nîvê bajêr e, ku weke cihekî pir pîroz tê dîtin. Me xwest em ji nêz de bişopînin bê ka çi li va saziya pîroz diqewime. Jixwe dema guleya yekê li rojavayî Kurdistanê teqiya ev sazî hat avakirin, her çû berferehtir bû. Helbet kesên ku li wir xuya dikin dayik, bav, xwîşk, bira, hevjin û keç û kurên şehîdan in.

Di saziyê de, li eywaneke mezin ku hemû wêneyên şehîdên ji Kobanê daliqandîne, di wê eywanê de her dem teqez yek ji malbatên şehîdan çavên xwe li wêneyan digerîne.

Nûh Omer bi temenê xwe yê mezin wêneyek kurê xwe yî şehîd li aliyekî ye û ya keça xwe jî li aliyê din e û li wan dimeyizîne . Dema min pirsî,''Tu her roj têyî vir?'', got: ''Ji heftê rojekê ku ez neyêm vir, wek ku min tiştekî pir girabuha wenda kiribe, li min tê. Li vir bêhna min derdikeve û bi eşqek mezin ji vî welatî ku me kezeba xwe lê da, hez dikim û bi hemû hêza xwe biparêzim"

Nûh Omer di eywanê de diçû û dihat çavên xwe li wêneyên şehîdan nadibirî û wiha got: ''Kesên herî bedew li vir in. Em niha dikarin bibêjin ku em jî xwedî nirx û rûmet in. Jixwe jiyana mirovan ne çîçek a buharan e her sal nû bibe, mirin jî yek e bila birûmet be, va kesan jiyana bi rûmet hilbijartin"

Di berxwedaniya Kobanê û Bakur Rojavayî Sûriyayê de piraniya malbatan bûne xwedî şehîd, lewma jî ev sazî bûye maleke hevbeş a civaka Kobanê ye. Her kesê ku serdana mala şehîdan dikin hev nas dikin û hemû li ser vê gotinê digihêjin hev ku em çawa xwedî li xeyal û hêviyên şehîdên xwe derkevin, wan biparêzin.

Xanim Osman ew jî keç û xwîşka şehîdan e. Dema ji me re behsa bavê xwe yî şehîd kir wiha got: ''Dema yek ji min re dibêje bavê te yê rehmetî ez dihisim bavê min mirî ye û ez diêşêm lê dema ku dibêjin bavê te şehîd e, ez qet nakevim wê ferqê ku bavê min ne bi min re ye.''

Xanim jî her roj tê saziyê ku alîkariya malbatên şehîdan dike, ji me re got: ''Em hemû malbatên şehîdan bi hev re bûne wekî malekê û bi hev re tifaqa me miras û xeyalên şehîdên xwe xwedî derbikevin, destkeftiyên ku van şehîdan afrandine biparêzin"

Malbata şehîdan saziyeke serbixwe ye, cudahiya civakê hebe jî lê dema mijar dibe malbata şehîdan mijar dibe nirx û pîrozî her kes cem xwe de dixwaze bibe alîkar, niha jî piranî YPG,YPJ,QSD dema ku pêdiviya malbatan bi alîkariyê hebe, dibin alîkar.