YPG’ê bi operasyoneke taybet 8 çeteyên biyanî bi saxî girtin

YPG’ê bi operasyoneke taybet a 6-7’ê Çileya 2019’an de 8 çeteyên biyanî yên ji DYE, Rûsya, Ûkranya, Elmanya, Qazekistan, Tacikistan û Ozbekistan bi saxî girtine.

Şervanên YPG/YPJ’ê û QSD’ê yên ku Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’didomînin bi operasyoneke taybet 8 çeteyên biyanî bi saxî girtin.

YPG’ê di daxuyaniya li ser malpera xwe ya fermî parvekir de ev agahî parve kir:

“Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca bi dawîkirina DAÎŞ’ê li bajarokê Hecînê û bejahiya wê, ji alî hêzên me ve tê domandin. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku di encama pêşdeçûna hêzên me di qadeke teng de asê mane, ji bo xwe xelaskirina ji herêmê serî lê rêyên cuda didin. Li gel ku li gelek cihan çeteyên DAIŞ’ê derbên giran ji destê hêzên me dixwin jî, bi êrîşên berfireh hewl didin pêşî li pêşketin û serkeftina hêzên me bigirin. Gelek plansaziyên êrîşan ên ku hem sîvîlan dikin hedef, hem jî sekinandina pêşketina hêzên me armanc dikin, bi operasyonên taybet yên hêzên me ve hatin vala derxistin.

Di vê çarçoveyê de, komek çeteyên biyanî yên ku li hember sîvîlan di nav plankirina êrîşan de bûn, ji alî yekîneyên me yên pêwendîdar ve, di encama şopandina teknîkî û fîzîkî hatin girtin. Di operasyonên ku di dîrokên 6 û 7’ê Çile de hat lidarxistin de 8 çeteyên ji DYE, Rusya, Ukrayna, Elmanya, Qazakîstan, Tacikîstan û Ozbekîstan bi saxî hatin girtin.

Agahiyên di derbarê nasnameyên van kesan de wiha ne;

-   Adil Rahîmov, (Ebû Emîne Ozbekî), 58, Ozbekîstan

-   Ferhad Qadîrov (Ebû Bîlal Ozbekî), 28, Ozbekîstan

-   Mihemed Dewlet (Ebu Mûshab Tacikî), 22, Tacikîstan

-   Askar Zarmanbetov (Ebû Dawûd Nûxa), 27, Ûkrayna

-   Sattîbek Oshibaev (Ebû Rûqaya), 30, Qazakîstan

-   Bimurzaev Begjan (Ebû Sara), 30, Rûsya

-   Soulay Noah Su (Ebu Silêman el-Emrîkî), 16, DYE

-   Lucas Glaß (Ebû Îbrahîm el-Almanî), 31, Elmanya