7 şervanên QSD’ê hatin veşartin

7 şervanên QSD’ê yên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûyî, bi merasîmeke bi heybet spartin axê. 

Girseya gel cenazeyê şervanê QSD’ê Heysem Abdullah (Ferman Hesekê), Muhened El-Seyîd (El-Xîra), Ehmed El-Salih (Miyeser), Ehmed Milhim (Umer), Fayîz Tean ( Kados), Mehmûd Ezîz (Egîd) û Abdullah El-Ehmed (Egîd) ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan a navçeya Şedadê bi rê ketin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG‘ê ve pêk hat. Ji fermandarên YPG‘ê Salih El-Zobai sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku bi sazya şehîdan herêm ji çeteyên DAÎŞ‘ê hatin rizgarkirin.

Zobai anî ziman ku têkoşîna wan berdewam e heta tevahiya herêmê ji DAÎŞ‘ê bên rizgarkirin.
Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Seher Mihemed jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, "Weke malbatên şehîdan ji bo rizgarkirina deverên ji hêla çeteyan ve hatî dagirkirin amade ne berdêl bidin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Selman El-Nasir nasnameyên şehîdan xwendin û radestê malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşmeyan hatin veşartin.