Ehmê: Me du gavên mezin avêt û em li benda gavên cidî ne

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê diyar kir, dema dawî hem ji bo "çareseriya krîza Sûriyeyê", hem jî di mijara "Partiyên Kurd" ên li derveyî rêveberiyê mane, gavên girîng avêtine.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojên dawî hem li hundir hem jî li derve dîplomasiyeke xurt dike. Rêveberî ji bo "çareseriya krîza Sûriyeyê" li DYE, Rûsya, Fransa, Misir û welatên Ereb hevdîtin kir. Li hundir jî ji bo "yekîtiya kurdan" gavên girîng avêt.

Di encama hevdîtinan de li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li bajarokê Erîma yê Babê artêşa Sûriyeyê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê xeteke hevpar a parastinê ava kirin. Li siyaseta navxweyî jî banga "Li Rojava siyasetê bikin" li partiyên li nava ENKS'ê hate kirin. Ji bo vê bingehek hate amadekirin. Partiyên ENKS'ê piştî vê gavê hîn biryar nedabin jî, li Hewlêrê li hev civiyan û bi PDK'ê re dest bi hevdîtinan kirin.

Berdevkê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê li ser karên dîplomatîk ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ew giraniyê didin ser her du mijaran û got, "Ji niha û pê ve yên divê gavê biavêjin, ew in."

'ŞERÊ ME HÎN NEQEDIYA YE'

Ehmê ku di heman demê de Serokê Giştî yê Partiya Keskan e, der barê biryara vekişînê ya DYE'yê de got, "Dibe ku şerê wan ê li dijî DAÎŞ'ê qediya be, lê şerê me hîn neqediya ye." Ehmê bi dewamî got, "Ji roja destpêkê ya şoreşa xwe ve me planên xwe hemû li ser gelê xwe çêkiribûn û em li gorî wê tevgeriya. Piştre di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de berjewendiyên DYE û hin welatên rojavayî li berjewendiyên me hatin û em bi hev re tevgeriyan. Niha ew dibêjim, 'şerê me yê li dijî DAÎŞ'ê qediya ye'. Lê şerê me neqediya ye. Ji ber ku hîn jî gef il gelê me tê xwarin."

'EGER ÊRÎŞ BIBE, EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN'

Loqman Ehmê destnîşan kir, wê xwe û projeyên xwe ji her şêweyên êrîşan biparêzin û anî ziman, ew ji bo Sûriyeyeke demokratîk têdikoşin û dixwazin di vê mijarê de têkiliyeke demokratîk bi her kesî re deynin. Ehmê got, "Eger plan û êrîşek li dijî me bê kirin, em ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin ji bo gelê xwe biparêzin. Em ji bo Sûriyeyeke demokratîk û statuya gelên xwe têdikoşin. Di vê çarçoveyê de têkiliya me wê bi welatan hemûyan re hebe."

'JI BO ÇARESERIYA SIYASÎ EM CIDÎ NE'

Li ser hevdîtina bi rejîma Sûriyeyê re Ehmê got, "Em Kurd dixwazin vê pirsgirêkê li nava Sûriyeyê çareser bikin. Mûxatabê vê pirsgirêkê gelê Sûriyeyê ye." Bi dewamî got, "Heta ji destê me tê em hewl didin. Lê belê em heman hewldan û îradeyê li aliyê din nabînin. Ne diyar e bê rejîm çiqasî ji çareseriyeke demokratîk re amade ye, çiqasî ji rêveberiyeke nenavendî re amade ye. Di vî warî de me gavên pêwîst avêt, êdî dor a wan e. Bi navê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mijara çareseriya siyasî de em cidî ne."

'ME JI BO YEKÎTIYA KURDAN GAV AVÊT'

Berdevk Loqman Ehmê li ser hevdîtinên ji bo yekîtiya Kurdan jî axivî û got, "Ji bo atmosfera heyî bê guhertin, şert û mercên pêwîst hatine afirandin." Ehmê got, "Yê ku divê gavê biavêje, aliyê din e" û wiha dewam kir: "Yê ku sîstema li vir pêşniyar kir û xist meriyetê, gelê Kurd bû. Piştre gelên din tevlî bûn û gihîşt asta heyî ya demokratîk. Lewma em yekîtiya gelê Kurd gelekî girîng dibînin. KNK di vê mijarê de bi însiyatîf rabû û me jî ji bo atmosfera heyî biguherînin şert û mercên pêwîst afirand. Yên ku di vê mijarê de divê gavê biavêjin, êdî divê gavê biavêjin."