QSD: 15 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şer de 15 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlaçoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawîya ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 15 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin û hêzên wan gelek alavên leşkerî desteser kirine.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

“Şervanên me li  derdora bajarokê El-Şafa li dijî çeteyan çalakiyek li dar xist û şerekî dijwar qewimî. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û şervanan hin cihên nû bi dest xistin. Li aliyekî din ê vî baskê hemleyê, hêzên me kîlometreyekê pêşve çûn û li 17 cihên nû bi cih bûn. Di şer de gelek çete hatin kuştin, her wiha balafirên hêzên koalîsyonê jî êrîşên asîmanî li dijî baregehên çeteyan pêk anîn.

Rêxistina terorê li dijî çeperên şervanên me êrîşek pêk anî, di êrîşê de çekên giran û navîn û firokeyên bê mirov bi kar anîn. Şervanên me êrîş têk birin, firokeyek anîn xwarê û gelek çete kuştin.

Piştî êrîşê hêzên me li herêmê çalakiya lêgerînê pêk anî, di çalakiyê de gelek çek û cebilxaneyên terorîstan hatin bidestxistin. Her wiha ekîbên rakirina mayinan jî herêmê ji mayinan paqij dikin.

Şerê li herêmê heta amadekirina vê bîlançoyê jî didome.

BÎLANÇO

- Hejmara kuştiyên terorîstan: 15 terorîst.

- Hejmara çek û cebilxaneya hatiye bidestxistin: 4 lûleyên çekên M16, çekek BKS, çekek Law, depoya guleyên doçka ya 14.5 mm.

- Windahiyên terorîstan: 20 çeperên terorîstan hatin rûxandin, kargeheke mayinan hate rûxandin, 2 erebeyên bombekirî, çepereke mayinan, topeke hewanê, 3 depoyên mayinan û cihekî firokeyên bêmirov hatin rûxandin.

- Hêzên koalîsyonê jî 28 êrîşên asîmanî pêk anîn.”