Di 24 saetan de 147 çete hatine kuştin

QSD’ê ragihand ku di 24 saetên dawî de derbên giran li çeteyên DAÎŞ’ê dane û di van êrîşan de 147 çete hatine kuştin û dest danîne ser rêjeyek çek û cebilxane.

Şervanên QSD’ê yên Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ didomînin, derbên xurt li çeteyên DAÎŞ’ê yên li eniya Hecîn û El Şaafayê dan û gelek çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ev agahî parve kir:

"Şervanên me li bajarê Hecînê û derdora wê êrîşî bargehên terorîstan kirin, hejmarek mezin ji terorîstan hatin kuştin. Şervanên me her wiha nuqteyên nû ava kirin. Di xebatên paqijkirina herêmên rizgarkirî de depoyeke mezin a çekan û kargeheke çêkirinên topên hawnê hatin dîtin.

Tîmên endizyariya leşkerî hejmareke mayînên ku terorîstan li herêmê çandibûn bê bandor kirin.

400 SIVÎL HATIN RIZGARKRIIN

Li aliyekî din ê heman eniyê hêzên me zêdeyî 400 sivîl ku terorîstan wan wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe bi kar dianîn, rizgar kirin û ew li herêmên bi ewle bi cih kirin.

BENDÊN NÛ HATIN AVAKIRIN

Di heman demê de, li aliyekî din ji vê eniyê, şerekî giran rû da, di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndar bûn. Şervanan piştî şerê giran 21 nuqteyên nû ava kirin.

ENIYA EL-ŞAAFAYÊ: PÊŞVEÇÛN DIDOME

Li eniyê El-Şaafayê jî di navbera şervanên me û endamên rêxistina terorîst de şerê dijwar qewimîn, di şer de gelek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn. Hêzên me 2 km bi pêş ve çûn û 29 nuqteyên nû ava kirin, her wiha rêjeyeke mezin çek û cebilxane desteser kirin.

ŞER DIJWAR E; ÇETE DIREVIN

Li aliyekî din ê eniya El-Şaafayê tevgera terorîstan hate şopandin û ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin. Di encamê de şerê giran derket, gelek terorîst hatin kuştin û yên din reviyan. Her wiha tîmên endizyariya rakirina mayînan gelek mayînên ku terorîstan li herêmê bi cih kiribûn bê bandorkirin.

BÎLANÇOYA ŞER

Hejmara kuştiyên terorîstan: 147 terorîst.

Çek û cebilxaneyên ketine destê şervanên me: Çeka zagros hejmar 1, 4 çekên brno, 12 çekên sekvaniyê, 25 topên RPG, 4 cer cûrên sûqastê, 1 dika doçka 23 mm, 2 fozên S-begino, 2 çekên M16, 64 klaşînkov, 4 topên hawn 120 mm, sindoqek cebilxaneyên doçka 12.5 mm, kargeheke çêkirina topên hawnê, 5 çekên RBG, depoyeke çêkirina çekan ku ji parçeyên çekên BKC, sûqastê, klaşînkov, 200 parçeyên çeka klaşînkov, 8 çekên A4 tevlî lûleyên wê, 1 çeka BKC û 2 lûleyên wê, 77 alavên peywendiyê û 1 doçka 12.5 pêk dihat.

Windahiyên terorîstan: 78 navendên terorîstan, 2 bargehên mayînan, kargeheke amadekirina wesayîtan bombebarkirî, 6 wesayît, 3 bargehên topên hawnê, 4 kargehên teqemeniyê, bargeheke avêtina balafirên keşfên (drone) hatin rûxandin. Her wiha 2 rêyên leşkerî ku terorîstan bi kar di anîn hatin qutkirin.

Derbeyên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 63 derbe."