Li Kobanê sê jinên têkoşer bi meşeke girseyî hatin bibîranîn

Bi meşeke girseyî yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ên li Parîsê hatibûn qetilkirin li Kobanê hatin bibîraîn.

Sê jinên têkoşer ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şoylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin bi meşeke ku ji aliyê Kongreya Star ve hate organîzekirin hatin bibîranîn.

Di meşê de wêneyên her sê jinên têkoşer hatin bilindkirin û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin qîrkirin.

Endama Kongreya Star Edlê Kobanê di meşê de wêneyê Sakîne Cansiz hildabû got: “Em ê heta dawî li ser şopa te bimeşin.”

Edlê Kobanê anî ziman ku Sakîne Cansiz (Sara) di nava Tevgera Azadiya Kurd û Tevgera Jinê ya Kurd de xwedî rolekî girîng bû û got: “Xwedî dîrokeke ji têkoşîn û azadiyê tije ne ku tenê ji bo jinên Kurd ji bo jinên cîhanê jî bûye hêz.”

Kobanê diyar kir ku wê Sakîne û hevrêyên wê ji bo xwe bikin mînak û ev tişt anî ziman: “Niha ne tenê em hemû jinên cîhanê Sara ji bo xwe weke pêşeng dibînin. Li her konferans û civînê de wêneyê Sara li gel Roz Luxsembûrg tê hildan. Di kesayeta hevala Sara, Rojbîn û Ronahî de armanca komplogeran tinekirina xeta jinê ya azad bû. Lê negihiştin armanca xwe.