Gelo Elmanya wê DAÎŞ'iyê lê digere ji YPG'ê bixwaze?

Yek ji 8 çeteyên biyanî yên DAÎŞ'ê yên li bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê ji aliyê YPG'ê ve bi saxî hate girtin, welatiyê Elman Lûcas Glass e. Derket holê ku der barê Glass de li Elmanyayê biryara lêgerînê heye.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di daxuyaniya xwe ya doh de ragihand ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li bajarokê Hecînê û derdora wê 8 çeteyên DAÎŞ'ê yên biyanî bi saxî hatine girtin. YPG'ê diyar kir, çeteyên hatine girtin welatiyên Ozbekîstan, Tacîkîstan, Kazakîstan, Ûkrayna, Rûsya, DYE û Elman e.

Çapemeniya Elman cihekî berfireh da girtina DAÎŞ'iyekî din ê Elman, ku ji aliyê YPG'ê ve bi saxî hate girtin. Hate ragihandin, Glass sala 1988'an li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê ji dayik bûye, sala 2013'an têkilî bi komên Selefîst re daniye û sala 2014'an di ser Tirkiyeyê re tevlî nava çeteyên DAÎŞ'ê bûye.

DI SER DÎLOKÊ RE XWE GIHAND DAÎŞ'Ê

Lûcas Glass piştî ku tevlî nava DAÎŞ'ê bû, navê "Abu Ibrahim al-Almani" li xwe kir. Derkete holê ku hêzên ewlekariyê yên Elman, ji sala 2016'an û vir ve ji ber "Endametiya rêxistina terorê" lêpirsîn li Glass vekiriye. Sala 2016'an piştî ku belgeyên DAÎŞ'ê ketin destê hêzên ewlekariyê, eşkere bû ku Glass tevlî DAÎŞ'ê bûye.

Li nava yek ji belgeyan tê gotin, Glass ji rêveberiya DAÎŞ'ê re qala çîroka jiyana xwe kiriye û şêweyê tevlîbûna xwe vegotiye. Li gorî notên hatin bidestxistin, Glass sala 2014'an bi rêya berpirsyarê DAÎŞ'ê yê li Elmanyayê Abû Walaa ku ji sala 2017'an û vir ve li Celleyê tê darizandin, tevlî çeteyan bûye. Hate gotin, Tîrmeha heman salê ji bo xwe bigihîne Sûriyeyê çûye Dîlokê.

Çeteyê DAÎŞ'ê yê Elman Glass bi dewamî diyar kir, li Dîlokê koma Abû Mûhammed Al-Schîmalî ew derbasî Sûriyeyê kiriye. Tê îdîakirin, Al-Schîmalî yê welatiyê Erebîstana Siûdî bû, sala 2017'an di êrîşa balafirên şer ên Rûsyayê de li Sûriyeyê miriye.

Piştî ku nivîsên navxweyî yên DAÎŞ'ê ketin destê hêzên ewlekariyê yên Elman, serdozgeriya federal a li Karlsrûheyê Cotmeha sala 2016'an der barê Lûcas Glass de bi hinceta "endametiya rêxistineke terorê ya biyanî" lêpirsîn vekir. Lê belê kir nekir xwe negihand Glass. Heta ku hêzên YPG'ê 6'ê Çileya 2019'an li bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê operasyonek pêk anîn.

HEJMARA DAÎŞ'IYÊN WELATIYÊN ELMAN ÊN DI DESTÊ YPG'Ê DE NE BÛ 36

Nayê zanîn bê dewleta Elman Glass ji YPG'ê bixwaze yan na. Tevî Glass, hejmara DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne bû 36. Ji xwe DAÎŞ'iyên welatiyên welatên rojavayî, demeke di rojeva Ewropayê de ne. Ji bo DAÎŞ'iyên Elman ên bi saxî ketin destê YPG'ê, demeke bang li hikumeta Elman a federal tê kirin.

Rêveberiya Berlînê jî diyar kiribû ku ji bo anîna wan welatiyên Elman, ew li ser alternatîfan dixebitin.