YPG’ê droneke ya artêşa Tirk xiste xwarê

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser malpera fermî ya xwe ragihand ku di roja yekê ya serê salê droneke ya artêşa Tirk a li ser Dêrikê re bi armanca keşfê digeriya xistine.

YPG’ê ragihand ku balafireke keşfê ya bi tîpa drone roja serê ya 2019’an a artêşa Tirk dema li ser bajarê Dêrikê bi armanca keşifkirinê digeriya hatiye xistin.

Navenda YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî ev agahî da:

“Di rojên yekemîn ya sala 2019’an de, balafirek bê mirov ya bi tîpa drone ya artêşa Tirk a dagirker, dema li ser bajarê Dêrikê yê ser bi herêma Cizîrê bi armanca keşfê digeriya, ji alî hêzên me ve hate hedef girtin û hate xistin.

Dewleta Tirk a dagirker ya ku li hember Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê hîn jî di nav armanca dagirkeriyê de ye, hewldanên xwe yên binpêkirina sînor didomîne. Her cûre amûr û alavên ku bê destûr bikevin herêmên di bin serweriya hêzên me de wê di çarçoveya parastina rewa de werin bê bandorkirin, binpêkirinên bi her awayî yên li ser sînorên me wê li ser esasê rêgezên angajman bersiva xwe bibînin.”