Cenazeyê şervanê QSD’ê Weid Saran li Til Hemîsê spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Weid Saran Hemûd (Gabar Sekar) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, li Til Hemîsê li Goristana Şehîdan bi merasîmekê spartin axê.

Girseya gel cenazeyê Weid Saran Hemûd (Gabar Sekar) ku 7'ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji navenda MeclÎsa Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Til Hemîsê ketin rê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD‘ê ve destpê kir. Piştre fermendarekî QSD'ê Salar Amûdê axivî û got: "Em niha li vî cihê pîroz in, goristana şehîdan ên ku ji bo azadiyê berdêlên buha dane. Îro jî lehengek din tevlî wan lehengan dibe."

Endamê rêveber ê Desteya Karûbarên Şehîdan a Herêma Cizîrê Îdan El-Efînî bi xêrhatina girseya gel kir û destnîşan kir ku bi salan e Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdan dide da ku herêm ji terorê rizgar bibe.

Bi navê malbata şehîd Şêxê Qebîleya Tey a Ereb Hesen Ferhan axivî û got: "Şehîd kurê vê êlê ye. Em bi şehadeta wî serbilind in. Em hemû Sûrî ne ji ber wê ew şehîdê Sûriyê ye."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê nasnameya şehîdbûnê ya şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.