Şehîdê YPG’ê Êrîş bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Eymen Elî (Êrîş Qamişlo) yê di 10’ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi tevlîbûna sedan welatiyên Qamişlo bi merasîmekê spartin axê.

Şehîdê YPG’ê Eymen Elî (Êrîş Qamişlo) yê di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibû bi merasîmeke heybet û tevlîbûna bi sedan kesî ve ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Enteriyê hate girtin û li Goristana Şehdî Delîla Sarûxan spartin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre jî endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Dahir sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:"Em di qonaxeke hesas re derbas dibin, Tirkiyê gefên êrîşkirinê kie, divê em xwe bi rêxistin bikin û parastina herêm û destkeftiyên xwe bikin."

Fermandarên YPG`ê Mistefa Qamişlo jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku bi berdêlên mezin xakeke berfireh ji Qamişlo bigire heta Reqa, Tebqa, Dêra Zor ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirine.

Piştre jî fermandarê QSD`ê Lewend Welat jî got:" Şerê Tinekirina Terorê li gundên Dêra Zorê di pêngavên dawî de ye, çeteyên DAIŞ`ê rojên xwe yên dawî dijî."

Li ser navê malbatê birayê şehîd, Tolhildan Qamişlo axivî û soza berdewamkirina têkoşînê da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi qîrkirina dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û spartina axê ya şehîd ve bi dawî bû.