Meclîsa leşkerî ya Babê û Hêzên Rûsyayê derketin dewriyê

Meclîsa leşkerî ya Babê û hêzên Rûsyayê li ser xeta ku çeteyên ‘Firat Kalkani(Mertala Firatê’ bi hev re derketin dewriyê.

Dewriyeyên hevbeş ên polîsên leşkerî yên Rûsyayê û Meclisa Leşkerî ya Babê li bajarokê El-Erîme yê rojhilatê bajarê Babê ber bi gundê Korhîyok, Kawiklî, Ceb Mexzûm ên gundewarên rojhilatê bajarê Babê li ser xeta di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Dirî El-Firat dest pê kir.

Dewriyeyên hevbeş ji 2 panzêr ên polîsên leşkerî yên Rûsyayê, 2 wesayitên zirxî yên hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê, her wiha fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma pêk tê. Dewriyeyên hevbeş li gundên navborî bigerin da ku rewşa herêmê û nuqteyên çavdêriyê yên li wan gundan bişopîne.

Fermandarê qadê Yûsif El-Bab destnîşan kir ku ji roja sêşemê ve dewriyeyên hevbeş li ser xeta eniya rojhilat a bajarê Babê di nava gundên di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Dirî El-Firat ên girêdayî dewleta Tirk  a dagirker de dest pê kir.

Wekî ku hatiye payîn ku Wê dewriyeyên hevbeş heta saet 15:00`an dewam bikin.