Nûrî Mehmûd: Em ê rûmet û deskeftiyên gelê xwe biparêzin

Berdevkê Fermî yê YPG Nûrî Mehmûd bersiv da berdevkê serokkomarê Tirk Îbrahîm Kalin û got “Dewleta Tirk ya ku bû hêlîna komkirina komên terorîst, îro heman siyasetê li hemberî gelên herêmê bi rêve dibe."

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê daxuyaniya Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd li ser malpera xwe weşand. Mehmûd got; “Şervanên YPG û YPJ'ê bi biryar in, berdêl çi dibe bila bibe, em ê rûmet û destketiyên gelê xwe biparêzin.”

Daxuyaniya Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd wiha ye;

“Wek tê zanîn 8'ê Çileyê vê salê şandeyek Emerîkî bi serokatiya Şêwermendê Ewlekariyê John Bolton çû serdana paytexta Tirkiyê Enqerê û li gel rayedarên vî welatî hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê, Berdevkê Serok-komarê Tirk Îbrahîm Kalin ji bo tevgera dagirkirina axa Sûriyeyê rewa nîşan bide, careke din bi awayekî pûç û bê bingehî Yekîneyên Parastina Gel sûcdar kir. Kalin bi vê yekê, eşkere gelên Sûriyeyê û bi taybet yên li Bakur û Rojhilat weke armanca êrişan nîşan da.

Wek tê zanîn li van herêmên ku ji aliyê YPJ û YPG'ê ve hatin rizgarkirin, bi avakirina pergaleke demokratîk, hemû pêkhate bi îradeyeke azad xwe bi rê ve dibin. Modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyda bûye, dikare ji bo çareseriya aloziya li welat bibe mînak. Lewma dewleta Tirk a xwe li vê projeya demokratîk ranagire, destekê dide hêzên terorê da ku xwe li herêma me birêxistin bikin.

Bi salane li van herêman bi pêşengiya şervanên YPJ û YPG'ê şerekî giran li dijî terora DAIŞ'ê tê kirin û di encama berdêlên giran de, jiyana arama ji bo hemû gelên herêmê hat peydakirin. Hêzên me ji bo parastina hemû mirovahiyê liberxwedan û hê jî vê berdexwedanê dewam dikin. Bi hezaran şervanên me ji bo ewlehiya Kurd, Ereb, Xirîstiyan, Sunî, Şiî û mirovên Êzidî, bedena xwe kirin mertal û şehîd bûn. Ev yek bi awayekî berbiçav di berxwedanên Serêkaniyê, Kobanê, Şengal û Efrînê de derket holê.

Rayedarên dewleta Tirk ên YPG'ê weke hêza binpêkirina mafê mirovan binav dikin ji rastiyê dûr diaxivin. Li şûna tewanbarkirinê, eger yek belge di destê wan de hebe, wê demê lazim e bi raya giştî re parve bikin. Tişta ji îdîayên Îbrahîm Kalin derdikeve holê ew e ku ev siyaset perçekeye ji gefa serokkomarê Tirk Erdogan a dagirkirina herêmên me ye. Ji wan ew e ku bi van îdîayên pûç ew ê karibin tevgera xwe a dagirkeriyê rewa nîşan bidin. Divê raya giştî hişyar be ku armanca sereke ji van îdîayên derew, zindîkirina terora DAIŞ'ê ye.

Li aliyekî din, Îbrahîm Kalin dibêje lazim e hemû çekên ku ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê radestî şervanên YPG'ê hatine kirin, paş de werin girtin. Di vê pêvajoya ku şerê me li dijî terora DAIŞ'ê dewam dike, daxwazeke bi vî rengî, tenê tê wateya bihêzkirina terorê û ji nû ve dagirkirina axa Sûriyeyê.

Ji destpêka aloziya li Sûrî, kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk li ser axa vî welatî,  ji aliyê cîhanê ve baş tên zanîn. Li pêş çavê her kesî, sala 2012'an çeteyên el-Nûsra derbasî Serêkaniyê kirin. Sala 2014'an dema hewldana dagirkirina Kobanê, dîsa dewleta Tirk a ku Îbrahîma Kalin berdevkiya serokê wê dike, ala xwe li ser avahiya Embarên Genim daxist xwarê û eşkere rê da çeteyên DAIŞ'ê ku Kobanê bi temamî dagir bikin.

Di pêvajoya dagirkirina Efrînê de jî dewleta Tirk ji bo sûcên li dijî mirovahiyê kirinê neyên eşkere kirin, destûr neda yek rêxistineke mafên mirovan an jî dezgeyên ragihandinê yên cîhanî ku lêkolînan li vî bajarî pêk bîne. Di nava demeke kurt de niyeta kuştina gelan û guhertina demografiya Efrînê ya dewleta Tirk derket holê. Ev binpêkirin, ne tenê li Efrînê, rojane li Cerablûs, Bab, Ezaz û Idlibê jî têne kirin.

Em ji bo gelên xwe û raya giştî re radighînin;

Dewleta Tirk ya ku bû hêlîna komkirina komên terorîst, îro heman siyasetê li hemberî gelên herêmê bi rêve dibe.

Em weke şervanên YPG û YPJ'ê bi biryar in, berdêl çi dibe bila bibe, em ê rûmet û destketiyên gelê xwe biparêzin.

Bi dehan artêşên cîhanî yên di Koalîsyona Navdewletî de cihê xwe digrin û li gel me şerê DAIŞ'ê dikin, ji nêz ve bûn şahidê vê biryardariya me.

Em ê li gorî pîvanên navneteweyî û li ser hîmê parastina mafê mirovan şerê terorê bikin û pêwendiyên xwe li gel hemû aliyên leşkerî pêş bixin.”