Koalîsyona navdewletî dest bi vekişîna ji Sûriyeyê kir

Koalîsyona navdewletî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li dijî DAÎŞ'ê ragihand ku wê ji roja Înê şûnde dest bi vekîşîna ji Sûriyeyê bike. 

Berdevkê koalîsyona navdewletî serheng Sean Ryan ji ajansa nûçeyan a AFP'yê re axivî û da zanîn ku pêvajoya vekişînê destpê kiriye. 

Ryan ragihand, bi hinceta ewlehiya operasyonel, wê di derbarê cihê yekîneyên leşkerî, dîroka vekîşînê û şêwaza vekişînê de agahî nedin.

Koalîsyona navdewletî, sala 2014'an li dijî DAÎŞ'ê hatibû avakirin. Fransa û Îngilîstan jî di nav de bi dehan dewlet di nava koalîsyonê de cih digirin. 

Lê belê hê zelal nebûye ku yekîneyên Fransa û Îngilîstanê yên li Sûriyeyê jî vedikişin an na.

Balkêş e di demekê de ku dewleta Tirk gefa dagirkirina Rojava-Bakurê Sûriyeyê dixwe, hêzên koalîsyonê dest bi vekişînê kirine.

Ev yek piştî biryara Serokê DYE'yê Doland Trûmp a vekişîna ji Sûriyeyê pêk hat.

Wezîra Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo got, "Serok (Donald) Trûmp, biryara vekişînê daye, em ê vê pêk bînin", lê belê demek ji bo vê yekê eşkere nekir.