Çeteyên Enqereyê Îdlib radestî HTŞ'ê kirin

Di encama şerê navbera komên çete yên dewleta Tirk de, komên çete yên yekser bi Enqereyê ve girêdayî ne, kontrola herêma Îdlibê radestî Heyet Tehrîr El Şam kirin.

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku ji aliyê El Nûsra ve hate avakirin û komên çete yên yekser bi Enqereyê ve girêdayî ne, li hev kirin.

HTŞ'ê di organa xwe ya propagandayê de diyar kir, li hev hatiye kirin û dawî li şerê ku bi rojane dewam dike, hatine anîn. Li gorî HTŞ'ê, kontrola herêma Îdlibê ji wan re hatiye hiştin.

Şer di navbera HTŞ û komên çete yên "Eniya Rizgariya Neteweyî" ku ji aliyê Enqereyê ve hate damezrandin, qewimî bû.