Li Qamişloyê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dîfaa El Wetenî de agirbesta mayînde

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Qamişloyê wan agirbesteke mayînde îlan kirine û ji bo ku şêniyên Taxa Teyê vegerin malên xwe bang kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Qamişloyê wan agirbesteke mayînde îlan kirine. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku biryara agirbestê bi hevkariya QSD û Rûsyayê de hatiye stendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Bi garantiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên Rûsyayê agirbesteke mayînde hate ragihandin, Bi şertê ku tu binpêkirinên ji aliyê milîsên Dîfaa El-Wetenî li hemberî hêzên me çênebin.

Şêniyên taxa Teyî yên ku ji ber şerê ku van milîsan derxistine, ji malên xwe derketin û dixwazin vegerin dikarin, sibe duşemê (26'ê Nîsanê) serî li nuqteyên me yên ewlehiyê bidin da ku derbasbûna wan û milkên wan ewle bikin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku parastina şêniyan erkên me yên sereke ne, şêniyên taxa Teyî beşek sereke ji bajarê biratiyê û jiyana hevbeş bajarê Qamişlo ne. Em soz didin ku em ê di parastina jiyaneke ewle û bi rumet ji bo wan de berdêlên giranbuha bidin."