Xelkê Efrîn û Şehbayê meşiya: Dem dema têkbirina dagirkeriyê ye

Xelkê Efrîn û Şehbayê yên li Til Rifatê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku heta têkbirina dagirkeriyê wê li ser piyan bin.

Xelkê Efrîn û Şehbayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê şermezar kir.

Di çalakiyê de ku li navenda bajarê Til Rifatê pêk hat, tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankartên bi nivîsa "Bi ruhê berxwedana Garê em ê dagirkeriyê têk bibin", "Bes e ji bêdengiya navdewletî ya li hemberî dagirkeriya Tirk", "Bes e ji dagirkeriya dewleta Tirk re", "Dem dema parastina şoreşê ye" hatin hildan.

Piştî meşê Hevserokê Meclîsa Bajêr a Til Rifatê Radwan Difa'î daxuyanî da û diyar kir ku wê bi ruhê biratiya gelan dagirkeriyê têk bibin. Difa'î bang li gelên Kurd û Ereb kir û destnîşan kir ku dem dema bidawîkirina dagirkeriya Tirk e.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî biratiya gelan" bi dawî bû.