Li Şehbayê meşa girseyî ya li dijî êrişên li ser qadên gerîla

Şêniyên Efrînê û Şehbayê bi meşeke girseyî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rabûn.

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser qadên Zap, Metîna û Avaşînê, şêniyên Efrînê û Şehbayê daketin qadan.

Bi sedan kes bi vê armancê li gundê Til Sûsinê yê herêma Şehbayê li hev civiyan û meşeke girseyî li dar xistin.

Çalakî bi dirûşma "Bi ruhê Garê em ê dagirkeriyê têk bibin, Garê ji bîr nekin" pêk hat û girseya gel ji ber Şaredariya Til Sûsinê heta ber Kampa Serdemê meşiya.

Li Kampa Serdemê, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Birok axivî.

Hesen Birok anî ziman ku pîlana li ser gelê Kurd tê meşandin mezin e, lê belê îradeya gelê Kurd ji van pîlanan mezintir e.

Meş piştî daxuyaniyê bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.