Li Qamişloyê şêniyên taxa Teyê li malên xwe vedigerin

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn milîsên Dîfa El Wetenî yên hikumeta Şamê ji taxa Teyê derxistin, şêniyên taxê dest bi vegera li malên xwe kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo şêniyên taxê ji êrişên milîsên Dîfa El Wetenî zerarê nebînin ji taxê derxistibûn.

Milîsên Şamê ku guh nedan çend agirbestan, bi temamî ji taxê hatin derxistin.

Piştî ku tax ewle bû, şêniyên taxê jî ji serê sibehê ve dest bi vegera li malên xwe kirin. Li qada El Wede ya Qamişloyê bi wesayitên ku ji bo sivîlan hatin amadekirin, şênî ketin nava taxa Teyê.

Milîsên Dîfa El Wetenî yên hikumeta Şamê şeva 20'ê Nîsanê êriş birin ser nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Wel Wehdeyê û ji ber vê yekê şer dest pê kiribû.

Tevî ku gelek caran agirbest hate ragihandin jî milîsên Şamê êrişên xwe dewam kirin.

Herî dawî 25'ê Nîsanê di bin çavdêriya Rûsya û QSD'ê de agirbest hatibû ragihandin. Lê belê ji ber ku Dîfa El Wetenî careke din êriş kir, bi şev şerekî giran qewimî. Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn tax bi temamî ji milîsan paqij kirin.