Nasnameya şervanekî ku li Reqayê şehîd ketibû hate eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, nasnameya şervanekî ku li Reqayê şehîd bûbû, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, nasnameya şehîd Hesen El Ewed eşkere kir. Şehîd Hesen El Ewed dema li ser erka xwe ya rakirina mayinên li bajarokê Hezîma yê bakurê Reqayê bû, şehîd bûye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Hesen El Ewed

Navê dayik û bav: Hemda - Ceban

Cih û dîroka jidayikbûnê: Tiwîsan, 1978

Cih û dîroka tevlêbûnê: Hezîma, 23.06.2017

Cih û dîroka şehadetê: Hezîma, 21.04.2021