Li Qamişloyê, milîsên Şamê rûspiyek qetil kir

Milîsên ser bi hikumeta Şamê, li Qamişloyê yek ji rûspiyên Qebîleya Benî Sebe ya li Qamişloyê Hayis El Ciriyan qetil kir.

Hayis El Ciriyan, piştî civîna bi milîsên Dîfaa El Wetenî yên hikumeta Şamê, bû hedef.

Civîn ji bo pêşîgirtina li êrişên milîsên hikumeta Şamê yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlên li Qamişloyê hatibû lidarxistin.

Piştî vê civînê, Hayis El Ciriyan li peşiya mala xwe ya li nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya di bin kontrola çeteyên Dîfaa El Wetenî de ye, bi sûîqestê hate qetilkirin.

Hayis El Ciriyan ku fikrê neteweya demokratîk dipejirand, her gavê ji bo yekîtiyê bang dikir. Gelek zarokên El Ciriyan jî di nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne.

Milîsên hikumeta Şamê 20'ê Nîsanê saet di 22:00 de êriş birin ser nuqteyeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ji ber vê yekê şer rû dabû.

Milîsan êrişên xwe yên li ser sivîlan zêde kirin. Di roja destpêkê de ya êrişan, endamekî Asayîşa Qamişloyê şehîd bû. Roja 22'ê Nîsanê jî zarokekî jiyana xwe ji dest da, herî kêm 3 sivîl birîndar bûn.