Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn spartin axê

Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarê wê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana şehîdan a li gundê El-Hikûmiyê yê Reqayê bi merasîmekê spartin axê.

Endamên saziya civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî di nav de sedan kes tevlî merasîma cenazeyê endamê Hêzên Ewekarkiya Hundirînê Hesen El Ewad ê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû, bûn.

Li Goristana şehîdan a li gundê El-Hikûmiyê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpê kir. Piştre, bi navê hêzên ewlekariyê yên Reqayê, Wenas Mihemed axivî û da zanîn ku şehîd ji bo ewlekariyê û îstiqrarê, canê xwe didin.

Mihemed piştrast kir ku ew ê li ser rêya şehîdan bimeşin, heta ku şoreşan wan bi ser dikeve û parastina destkefiyan tê kirin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd El-Ewda, ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîne Hac ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyê şehîd hate veşartin.