Li Qamişloyê 2 navendên milîsên Şamê hatin kontrolkirin

Li Qamişloyê şerê ku bi êrişa milîsên Şamê dest pê kir, dewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 navendên milîsên Şamê kontrol kirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dibistana Fadil El Hesen û dibistana Îbnî Sîna yên li rojhilatê bajêr kontrol kirin, ku ev herdu cih navendên milîsan bûn.

Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê li kolana Xewle Bînt El Ezher bi pêş ve diçin.

Milîsên ser bi hikumeta Şamê 20'ê Nîsanê saet di 22:00 de êriş birin ser nuqteyeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ji ber vê êrişê şer dest pê kiribû.

Milîsan bi taybetî êrişên xwe yên li dijî sivîlan zêde kirin. Di êrişa roja destpêkê de endamekî Asayîşa Qamişloyê şehîd bû. 22'ê Nîsanê jî zarokekî jiyana xwe ji dest da, herî kêm 3 sivîl birîndar bûn. 23'ê Nîsanê jî ji rûspiyên Qebîleya Benî Seba ya Qamişloyê Hayis El Ciriyan ji aliyê milîsan ve hate qetilkirin.