ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
WHO'yê derziya dijî Covîd-19 destpêkê da herêmên dagirkirî
WHO ku divê derziya dijî Covîd-19 bi rengekî wekhev li tevahiya Sûriyeyê belav bike, ewilî da herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Eşkere bû ku soza WHO'yê ji bo derziyê daye Rêveberiya Xweser bi cih neaniye. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîniyan derdixin, bi xwe bi cih dibin
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Avraz ê navçeya Mabata ya Efrînê çeteyan 3 malbatên Efrînî ji mal derxistin û li şûna wan malbatên xwe bi cih kirin. Çete li cihên Êzidyan jî mizgeftan ava dikin. -
QSD: Çeteyên DAÎŞ’ê ku dixwestin di cejnê de terorê bikin hatine girtin
QSD’ê ragihand ku di saetên sibê de li bajaroka Şihêl a Dêra Zorê li dijî şaneyên DAŞÎŞ’ê yên ku dixwestin di cejnê de êrîşên terorê bikin operasonek li dar xistine û di vê operasyonê de 39 çete girtine. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdanên li şehîdgehan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya cejnê serdana şehîdgehan hate kirin. -
QSD: Operasyona li Geliyê Ecîcê bi dawî bû
QSD’ê ragihand ku operasyona li dijî DAÎŞ’ê ya bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya Li Dijî DAÎŞ’ê ya li Geliyê Ecîcê dabû destpêkirin, bi dawî kir. -
Çeteyan li Efrînê dest danî ser 3 hezar û 500 darên zeytûnan
Çeteyên Sermiqend ên di bin kontrola dewleta Tirk de li gundê Kefir Sefrê ya girêdayî Cindirêsê dest danî ser 3 hezar û 500 darên zeytûnan. -
Dagirkeran agir berdan zeviyên çandiniyê yên Kobanê
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di bin rêveberiya wê de, zeviyên çandiniyê yên Kobaniyan şewitandin. -
Li Qamişlo berxwedan gerîla hate slavkirin
Li navçeyên Qamişlo tecrîd û êrîşên Tirk hatin şermezarkirin, berxwedana gerîla hate slavkirin. -
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Îsmaîl ê ku li Kantona Şehbayê di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bûbû, li gundê Um Heweş bi merasîmekê veşartin. -
Dewleta Tirk li Şehba û Kobanê zevî şewitandin
Dewleta Tirk a dagirker zeviyên welatiyên Şehba û Kobanê şewitandin. -
QSD: Operasyona li Geliyê El-Ecîcê dewam dike
QSD’ê bal kişand ku operasyona li Geliyê El-Ecîcê hatibû destpêkirin, didome. -
Operasyona QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê di roja sêyemîn de ye
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li Geliyê Ecîcê yê Dêra Zorê li dijî çeteyan dimeşîne, di roja sêyemîn de ye. Hêzên QSD'ê avêtin ser gelek nuqteyên çeteyan. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwan li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarên Şehba, Girkê Legê, Qamişlo, Kobanê, Minbic û Tirbespiyê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwan daketin qadan û çalakî li dar xistin. -
Li Kobanê bi merasîmeke heybet 2 şehîd spartin axê û 5 şehîd jî bibîr anîn
Li Kantona Kobanê bi merasîmekê şervanên YPG’ê Fewaz Mihemed û Beşar Selmo yên dem û cihên cuda şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê û 5 şervanên din ên li dem û cihên cuda jî şehîd bûbûn bibîr anîn. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş bire ser gundê Um Hoş a Şehbayê
Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê bi berfirehî didome. Dagirkeran dest bi bombe kirina gundê Um Hoş a Şehbayê dike. -
Artêşa Tirk bombe li Şehba dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundê Eyndeqnê û Bêloniyê yên Şehbayê dibarîne. -
Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye dewleta Tirk protesto kirin
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriye, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. -
Partiyên di bin sêwana MSD'ê de êrîşên dagirkeriyên yên li Başûr û Rojava şermezar kirin
Nivîsgehên partiyên siyasî yên di bin sîwana Meclîsa Sûriya Demokratîk de li bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên li Sûriyê şermezar kirin. -
QSD’ê li Ecîcê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku wan li Geliyê Ecîcê ya Dêrazorê li dijî DAÎŞ’ê operasyoneke berfireh dane destpêkirin û wê operasyon 4 rojan bidome. -
Li Helebê xwedî li berxwedana gerîla hate derketin
Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin ba hev û xwedî li berxwedana gerîla derketin. -
QSD'ê îdîaya 'Efrînê' ya dewleta Tirk li derewê qeliband
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir li qadên ku dewleta Tirk li Efrînê bombe kiriye ti hêzên wan nînin û îdîa li derewê qeliband. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi rengekî girseyî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî girseyî meşiyan. -
Li Dêra Zorê operasyona HAT'ê ya li dijî DAÎŞ'ê: 4 kes hatin girtin
Hêzên Taybet (HAT) ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêra Zorê li dijî komên çete operasyonek kirin. Di encamê de 4 çete hatin girtin. -
Li Qamişlo li pêşiya avahiya NY çalakî hate kirin
Li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî a li Qamilo êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin. -
Li Kampa Waşokanî tecrîd hate şermezarkirin
Koçberên li Kampa Waşokanî ya Kantona Hesekê dijîn, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û piştre jî mîtîngek lidar xistin.