Kongreya Star şehîdên Qereçoxê bi bîr anî

Kongreya Star, şervanên YPG û YPJ'ê yên ku 25'ê Nîsana 2017'an di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Çiyayê Qereçoxê şehîd bûn, di salvegera çaran de bi bîr anîn.

Koordînasyona Kongreya Star têkildarî êrişa dewleta Tirk ku 2017`an de li dijî Qereçoxê ya herêma Dêrikê ya Qamişloyê, daxuyaniyek da û êriş şermezar kir. Daxuyanî wiha ye:

"Roja Sêşemê 25'ê Nîsana 2017'an balafirên şer ên dewleta Tirk êrişî navenda fermandariya YPG'ê ya li Qereçoxê kir. Di encama wê de 20 şervan şehîd bûn û gelek şervan birîndar bûn.

Ev êriş di demekê de ku hêzên QSD'ê hemleya Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina Reqayê dimeşand, hate kirin. Rejîma Tirk bi vê êrişê hewl da ku zexta hêzên me bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê kêm bike bi rêya astengkirina pêşveçûna hemleya rizgarkirina Reqayê.

Em tekez dikin ku xwîna şehîdên me yên di oxira azadî û rûmeta gelan de canê xwe feda kir, wê vala neçe. Xwîna wan xaka Rojava av da û û rêya paşerojê diyar kir. Kiryarên terorî wê tu carî îradeya me di parastina neteweya me de, têk nebin.

Civaka me niha di meha Nîsanê de ye ku jin û mêrên payebilind ku parastina civak û mirovahiya xwe û rûmeta mirovahiyê kirin, şehîd bûne. Di her rojek meha Nîsanê de efsaneyên dîrokî û lehengiyên şehadetê hene. Ji ber wê jî vê mehê sîfeta meha şehîdan bi serfirazî girt. Ji wan şehîd Nalîn Mûş û Hêlîn ku rola wan di avakirina sîstema neteweya demokratîk û avakirina YPJ'ê pir mezin bû û karîbûn rêya dîroka li tevahî Rojava biguherin.

Tevî hedefgirtin û komployên li dijî hêz û gelê me, lê me ji tevahî cîhanê re ispat kir ku em li vir in û em ê bexwedan û têkoşîna xwe dewam bikin. Sîstemên terorîst li herêmê û rejîma Baas û alavên terorîst weke DAIŞ'ê û wekî din ji çeteyên terorîst nikarin îradeya me têk bibin. Me parastina nirxên mirovahiyê kir û em heta niha parastina wê dikin û em ê dewam bikin. Em ê rastiya sîstemên terorîst weke rejîma Tirkiyeyê ku destekê dide teror û terorîstan ji cîhanê re eşkere bikin.

Erdogan ku tevahî cîhan der barê sûcên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne bêdeng e,  terorîstan weke alavan li derdora xwe kom dike da ku wan li dijî dewletên cîhanê û gelên azadîxwaz bikar bîne.

Di dawiyê de em şehîdên Qereçox û şehîdên taxa Teyî ya bajarê Qamişlo bi bîr tînin. Em soz didin wan û gelê xwe ku em ê heta pêkanîna armancên şoreşê di jiyana hevbeş û pêkanîna sîstema wekhev ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger dike, li ber xwe bidin. Em ê rêya azadiyê dewam bikin, têkoşîna xwe bilind bikin heta ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji terorîst û dagirkerên Tirk, rizgar bikin."