Li taxên Tay û Hilko yên Qamişlo şer diqewime

Li taxên Hilko û Tay ên Qamişloyê şerê navbera Hêzên Ewlekariya Hindurîn û Dîfa El Wetenî didom e. Hêzên Ewlekariya Hindurîn 2 endamên Dîfa El Wetenî girtin.

Şerê bi êrîşa Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê destpê kirî li taxên Hilko û Tay didom e. Hêzên Ewlekariya Hindurîn, li Taxa Tay benda dawî ya kontrol ya Dîfa El Wetenî xiste bin kontrola xwe.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dayî, 2 milîsên Dîfa El Wetenî ku xwestîn xwe li jêrzemînekê veşêrin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindurîn ve hatine girtin.