QSD'ê şehîdên Qereçoxê yên beriya niha bi çar salan bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya QSD'ê şervanên YPG'ê û YPJ'ê ku beriya bi çar salan 25'ê Nîsanê bi êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Qereçoxê, şehîd bûbûn bi bîr anî.

Fermandariya Giştî di salvegera çaran a êrîşê de ya li ser Qereçoxê daxuyaniyeke niviskî da û got, “Dewleta Tirk a dagirker 25’ê Nîsana 2017’an li hemberî çiyayê Qereçoxê êrişek pêk anîbû û di vê êrişê de 20 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd ketibûn. Armanca vê êrişê ev bû ku pêşketina me ya li hember DAIŞ’ê asteng bike û derbekê li têkoşîna azadî û demokrasiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe. Dewleta dagirker êrişên xwe yên bi vê armancê sala 2018’an li Efrînê, sala 2019’an jî li Serêkanî û Girê Spî berdewam kirin.''

Fermandariya Giştî bi berdewamî wiha got:

''Di têkoşînê de ya li hember terora DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk, gelê Kurdistan û gelên Sûriyê berdelên pir mezin dan û bi sedan keç û lawên xwe feda kirin. Di encama vê têkoşînê de DAIŞ li herêmê ji aliyê fizikî  hat tunekirin û têkoşîna me li hember terora DAIŞ’ê derbasî qonaxeke nû bû. Di armanca êrişên dewleta dagirker a li dijî çiyayê Qereçoxê de jî lewazkirina vê hêza têkoşînê û astengkirina pêşketinan hebû. Lê îro ruxmî hemû hewldanên astengkirinê jî têkoşîna azadî û demokrasiya gelên me li hember dagirkerî û her cure paşverûtiyê bi awayekî xurttir berdewam dike.

Wekî tê zanîn di rojên dawî de, li bajarê Qamişloyê ji ber provakasyonên koma Dîfaa El-Wetenî, di navbera wan û hêzên Asayîşê de cih bi cih pêvçûn diqewimin. Koma Dîfaa El-Wetenî ji bo aramî û ewlehiyê xirab bike, demeke dirêj e provokasyonan dike. Di pêvçûnên ku piştî provakasyona dawîn qewimîn de hem ji endamên Asayîşê hem jî ji gel şehîdên me çêbûn. Dîsa yek ji pêşengên qebîleya Benî Seba, Hayîs El Ciriyan, ji ber hewldanên xwe yên aştiyane ji aliyê koma Dîfaa El-Wetenî ve hat şehîdxistin. Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Em careke din hevrêyên xwe yên ku di 25’ê Nîsana 2017’an de şehîd ketine bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku ji bo gelên xwe û destkeftiyên gelên xwe biparêzin bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe ya li hember paşverûtî û dagirkeriyê bilindtir bikin.”