Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxa Teyê ewle kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştî şerê bi rojan ê li Qamişloyê milîsên Dîfa El Wetenî yên ser bi Şamê ji taxa Teyê bi temamî derxistin.

Milîsên Dîfa El Wetenî yên ser bi Hikumeta Şamê şeva 20'ê Nîsanê êriş biribûn ser nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li qada El Wehda, lewma şer dest pê kiribû.

Tevî ku gelek caran agirbest hate ragihandin jî milîsên Şamê êrişên xwe dewam kirin.

herî dawî 25'ê Nîsanê di bin çavdêriya Rûsya û QSD'ê de agirbest hatibû ragihandin. Ji ber ku Dîfa El Wetenî ji nû ve dest bi êrişê kir, bi şev şerekî giran qewimî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bilî dibistana Ebas Elawî ya ku Dîfa El Wetenî kiribûn nuqteya ewlekariyê û derdora depoya avê, tax bi temamî paqij kirin. Herêma navborî veguherî nuqteya hêzên ewlekariyê ya hikumeta Şamê.

Çavkaniyên ewlekariyê piştre gihîştin başûrê bajêr û milîs ji gelek nuqteyên taxê derxistin.

Di rewşa heyî de nuqteya kontrolê ya hêzên Hikumeta Şamê li taxa Zinûd a li başûrê Qamişloyê û taxa Teyê heye.