Şerê navbera Dîfa El Wetenî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn didom e

Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê, êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Taxa Hilko ya Qamişloyê kirin.

Milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê, li Taxa Hilko ya Qamişloyê dest bi êrîşa li dijî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hindurîn kirin. Şerê bi bersivdayîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpê kirî didom e.

DI ÊRÎŞA ÎRO DE 1 JÊ ZAROK 4 KES BIRÎNDAR BÛN

Li aliyê din Dîfa El Wetenî li Çerxerêya El Wehda ya Qamişlo sivîl kire hedef. Di êrîşê de sivîlê bi navê Hisên Hisên birîndar bû. Hisên ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindurîn ve rakirin nexweşxaneyê.

Milîsên Dîfa El Wetenî îro Ehed Osman ê 12, Ehmed El Rûslî ê 30 û Ehmed Xirqî yê 33 salî birîndar kiri bû.